Sûka Şelafan
Hinek alîgir û şelafên AKPê û HDPê yê mîna Orhan Mîroglu, Mihsîn Kizilkaya, Mîthat Sancar û Mîr Firat Dengîr û gelekê mîna wan xwe ji rexne lêgirtina sîstema bêhiqûq (çi sîstema KCKê dibe, çijî sîstema AKPê dibe) û siyaseta resteorasyona tevgera PKKê ve girêdayî, ji pêvajoya tasfîyekirina siyaset û wesayeta wê û ji pêşketinên di vî warî de zêde xwe aciz dikin. Acizîya wan bi awayekî tund li dij kesên wek Sezgîn Tanrikulu û yên mîna wî ku hertim şerê demokrasîyê didin û dixwazin cîh li alîgirên sîstema wesayetçiyan teng bikin, aşîtî û aramiyê bînin Tirkiyê dide der.
Ev dijminayî meriv şaş nake, lê ecêb e. Ecêb e çunkî, kesên vê dikin (çi yên di nav HDP û çi jî yên di nav AKPê de) bi taybet jî yên wek Orhan Mîroglu, Mihsîn Kizilkaya, Mîthat Sancar û tew xelaskarê qernê dawî Mîr Firat Dengîr hewl didin ku zimanekî Kurdewarî bi kar bînin. Jargona wan wek welatperwer xuya bikin jî, di esasê xwe de ji avkişandina ser aşê siyaseta wesayeta AKPê û HDPê pêve ti karê din nakin, û bi vê metoda bi wesayet jî rewşên ku ne di berjewendîyê millet de, wek xelasîyekê ji millet re binîşan kirin jî namînin, cehalet û paşverûtî ya xwe jî li ser her kesî ferz dikin. Rewş wisa ye ku, tu dibê qey di vî warî de hatine wezîfedarkirin.
Hin ji wan wek qelemşûrên kirêgirtî, kîn û nefreta sîstema wesayetçîyê nû wedreşin. Êrîşên ku dikin bê hed û hesab in, bi çavsorî ne. Bêpîvanîya di êrîşê wan de, vexwendinên lînçkirinê, di dekûdolabên van de mebesta tunekirina kesayetê mixalif jî têde, ev revşa ku ev kelemşorên bi wesayet yên mîna Orhan Mîroglu, Mihsîn Kizilkaya, Sancar û Dengîr têdene bi tu awayekî din nayê binavkirin.
Belê, ev “tekoşîna demokrasiyê ye” û şerê paraztina mewzîyên di destê terefan de ye. Ev “tekoşîna demokrasiyê” şêweyê şerê herî hişk e.
Siyaseta wesayetkar ya AKPê û HDPê dibêjin; “Di şer de her rê û rêbaz mubah e” Û li ser vî esasî, kuştin, boxtanên reşkirina kesan û bi her awayî li dij derketina xweparaztina siyasetek bi şexsîyet û bi van argûmanan jî hemi hêz û derfetên di destê xwe de dixin dewrê.
Tew Mihsîn Kizilkaya û Orhan Miroglû, wek xelaskerên qirnê davî şîreta li her kesî dikin.
bi metodên tehdîtkar û li ser navê AKPê dipirsin: ”Gelo hûn dixwazin pirsgirêkên heyî bi riyên demokrasîyê bên çareserkirin, yan na?”
”Di demokrasîyê de çi heye ku di sîstema wesayeta van 13 de saliya AKPê de tinebe?” ”Çi kêm e, têra çî we nake?”
Tew ev ne ciwamêrana di programên Televîzyonan de fetweya tinekirina mixalifan bê go şermbikin, bi vî hewayî diqîrin: ‘’Ger hûn ji derveyî wesayeta me demokrasîyê bixwazin, çalakîyên weyên însanî jî di nav de, emê bi her derfetê êrîşî we bikin, ji bo tunekirina we emê vexwendnameyên lînçkirinê bavêjin holê, emê rê li ber derketina we ya nav insanan jî asteng bikin”
Gelek caran mirov dibê qey yên xeber didin ne Kizilkaya an jî Miroglû yê; Recep Tayyip Erdogan bixwe ye.
Belê Kurddizno, ev “tekoşîna demokrasiyê û bidestxistina mafê reva ye” Di vê tekoşînê de hûn li ku cîh digrin girîng e.
Hûn êrîşî kê dikin, li dijberî kê ne girîng e. Îddîayên we çi dibin bila bibin, ji hemuyî girîngtirîn ewe ku, kirinên we bi kêrî kê tên?
Karê kê hêsanî dikin?
Ezê nivîsa xwe bi gotinek kevne rêberê şelafan Fethullah Gulen hezretlerî bi dawî bînim. ‘’Hevîya min ji Xwedayê mezin ev e ku, Xweda we minafiq û Şelafan hîdayet bike; an na we helaq bike.
Nûrî Çelîk/Dweletxwaz