Cîhan
Sûdanî Pezeşkiyan vexwend Iraqê
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa El-Sûdanî bi telefonê bi Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan re axivî. Serokwezîrê Sûdanî ji ber serkeftina wî pîrozbahî li Pezeşkiyan kir.
Di daxuyaniya Navenda Çapemeniyê ya Serokwezîriyê de hat diyarkirin ku di pêwendiya telefonî de têkiliyên dualî hatin gotûbêjkirin û hat destnîşankirin ku wê xebatên hevpar ên di warên cûrbecûr, dosyayên aborî û ewlehiyê de bidomin û ev yek wê berjewendî û refaha her du welatên cîran zêdetir bike.
Serokwezîr Sûdanî ji bo gotûbêjkirina çend mijarên girîng vexwendinek fermî ji serokkomarê Îranê re kir.
Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan spasiya Sûdanî kir û tekezî li ser rijdbûna welatê xwe bo berfirehkirina hevkarî û piştevaniya lihevkirinên dualî kir.