PolîtîkRojev

Sûdanî bi Nêçîrvan Barzanî û Serok Mesûd Barzanî re rewşa Kerkûkê gotûbêj kir

 Serokwezîrê Îraqî Mihemed Şiya Sûdanî bi her yekê re cûda bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serok Mesûd Barzanî re rewşa Kerkûkê gotûbêj kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îşev piştî aloziyên li Kerkûkê di pêwendiyeke telefonî de rewşa ewlehiya wî bajarê Başûrê Kurdistanê gotûbêj kir.

Her du aliyan, tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîst e tedbîrên bilez ji bo parastina ewlehî û aramiya li Kerkûkê bên girtin.

Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Şiya Sûdanî herwiha got ku divê rê li her hewlek ji bo têkdana pêkvejiyan û ewlehiya bajar û welatiyan bê girtin.

Her du aliyan, herwiha tekez kir ku pêwîst e hêzên ewlehiyê bê cudahî, ewlehî û aramiya hemû pêkhateyên Kerkûkê biparêzin û rê li ber derketina aloziyên zêdetir li bajêr bigirin.

Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Îraqê herî dawî got, divê kesên ku gule berdane xwepêşanderan bên darizandin.

“Divê yasa bêne cîbicîkirin”

Ji aliyê din ve, Serok Barzanî û Sûdanî jî pêşhatên dawiyê yên rewşa ewlehiya Kerkûkê gotûbêj kir.

Ofîsa Serokwezîriyê Iraqê ragihand, Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî tekezî li ser pêwîstiya bihêzkirina hewlên ji bo rêgirtina li têkdana asayîş û aramiya Kerkûkê kir.

Her du aliyan got ku pêwîsti e yasa bêbe cîbicîkirin daku aramî û jiyana asayî ya xelkê parêzgehê berdewam bike.

Jêder:Rûdaw

Back to top button