Kultur
Stranên Zaroka
Pirtûk; ji 48 strana bi tevî wêne, nota û ji CD´yekî pêk hatîye. Pirtûk, ji bûna perwerdehîya zaroka bi zimanê Kurdî (Kurmancî) bi strana hatîye amadekirin. Ji alî qoroya zaroka va 11 stran wekî mînak di CD´ê da hatîye strîn/xwendin. Bi wêneyên pir xweş hatîye xemilandin.
Ji navên notaya bigirin ta îşaret, kurtenîşan, pîvanên deng û huşa, kilîtên notaya, dem, nîşanên nota û huºa û navên wan yên bi Kurdî û hwd. di nava pirtûkê da cîyê xwe girtine.
Ji tev keddara ra bi spasîyekî mezin. Kedên sala di navê da ne. Pirtûk li Enqere-Tirkîyê ji alî Egiten Kitap/Weşanxaneya Delalê va hatîye çapkirin.
Bila “Stranên Zaroka” ji her zarokekî ra dîyarî û pîroz be. Zarokno! Bi dilcoşî bistrin. Bila ser xêrê be.
Îlhamî Can
75