Civak

Spasiyên xelkê Wan ê gihandin Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî

Bi mebesta spasguzarî û hemahengiyên zêdetirê li navbera Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê û Serokê Jûra Bazirganiya Wan ê  û şandekî li gel serdana Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kirin û ji aliyê Şêx Ezîz Şêx Riza Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Musa Ehmed Cîgirê Serokê Dezgehê ve bi germî hatin pêşwazî kirin.

Li hevdîtineke di navbera şanda mîhvan û Serokayetiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji bilî spasguzariyên Serokê Zanîngeha Yuzuncu Yil li Wan ê û Serokê Jûra Bazirganiya Wanê ji bo xelkê Kurdistanê, heman demî de Peyamî Bettal Serokê Zanîngeha Yzuncu Yil li bajarê Wan ê spasiyên xwe ji bo Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ragihand ku piştî karesata siruştiya bajarê Wan ê ku rêkefta 17/11/2011 li Wanê pêkhat bi awayeke lezgînî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî yekem Dezgeha Xêrxwaziyê bû li navçeyê û hemû cîhanê bi wê qebareya mezin hevkariyê bigihîne lêqewimiyên erdheja bajarê Wanê, ku 400 çarsed (Karevane) li gel hemû pêdiviyên wan, hejmarekî zêdeyê runiştvanê bajarê ji serma û zivistanê rizgarkir.

Peyamî Bettal got: Eger Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û serkirdayetiya siyasiya Kurd û xelkê Kurdistanê nebuya, bi sedema wê erdhejê karesatekî mirovî ya mezin li bajarê Wanê dirust dibû. Hevkariyên xelkê Kurdistanê li rêya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve xelkê lêqewimiyê Wanê dilxweşkir û beşekî zêdeyê êş û janên wan kêmkir.

Her ji bo vê yekê li rêya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve qedirzaniya xelkê bajarê Wanê pêşkêşî xelkê Herêma Kurdistanê kir û hêviya serkeftinên zêdetir û berev pêşveçûna baştir ji bo Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî xwest.

Li hevdîtinê de Şêx Ezîz Şêx Reza Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî balkişand li ser wê yekê ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî gotinekî Barzaniyê Nemir kiriye armanca karên xêrxwaziyên xwe ku wiha kerem dike: (Şanaziye ji bo mirov xizmetkarê mîlletê xwe bê), her ji bo wê yekê bi erkê xwe dizanîn hevkariya her kesekî bikîn li her kudera Kurdistanê da bê, li paşarojê de kêmasiyê nakin li gihandina hevkariyên ya xelkê hejar û kêmderamet.

Back to top button