Spas jibo beşdarên resepsîyona salvegera damezrandina PAKê
Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK), di roja 18.10.2015ê li Amedê resepsîyona yekemîn salvegera damezrandina xwe lidarxist. Di resepsîyonê de ji hezar kesî zêdetir beşdar hebûn.Ez hemû amadekarên resepsîyonê û hemû rêveber, heval û hogir û dilsozên PAKê yên beşdar bûne bi hestên hevalltiyê , ji dil û can pîroz dikim .Vê xebata we careke din hêviyên me geş kirine.Resepsîyona PAKê bi hejmar û pirrengiya beşdaran û mustewaya xwe ve hêvîdar û serkeftî bû.Resepsîyona PAKê nîşan dide ku, gava em li gorî bîr û baweriyên xwe xebatên xwe yên pak bi sebir û bi biryardarî bihûnin, dê gelê me li me xwedî derkeve. PAK di nava gelê Kurdistanê de cîhê xwe heye.Ez spasiya, hemû partî, sazî, rêxistinan û şexsiyetan, spasîya xebatkarên çapemeniyê û hemû dostên ku beşdarî resepsîyona me bûne dikim. Spasîya dostên di medyaya sosyal de bi nivîsên xwe piştgirîya me kirine, mesaj şandine, telefon kirine, çelenk şandine dikim. Beşdarî û piştgirîya we hêz daye me .Em bi vê beşdariyê kêfxweş û serbilindin.21.10.2015Mustafa ÖzçelikSerokê Giştî yê PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê)