Polîtîk

Spas ji bo piştigiriya navneteweyî ya Kobanê

Çûyina  Pêşmergeyên Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê ya  jibo Rojavayê Kurdistanê, jibo Kobanê, rûpeleke nuh e di  dîroka meşa azadiya Kurdistanê de.Çawa ku Helepçe û Enfal bûbû destpêka dewleteke federe li Başûrê Kurdistanê, Şingal û Kobanê jî dê bibin destpêka yekitî, azadî û dewletbûna Kurd û Kurdistanê.

Em wek Partiya Azadiya Kurdistanê(PAK) bi can û dil li gel birayên xwe yên Pêşmerge yên Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê û şervanên YPGê ku Kobanê diprêzin e.Têkoşîna we têkoşîna me ye.Em bi hestên neteweyî pêşewaziya biryara  partiyên Rojava’yê Kurdistanê dikin  ku biryara yekitiyê, biryara îdareyek hevbeş wergirtinin.Em hêvî dikin ku ev yekitiya mayinde be.

Miletê kurd yek ji wan miletan e ku, li cîhanê tûşî neheqiyeke mezin ya navneteweyî bûbe. Lê êdî li herêmê bêyî Kurdan ne mimkun e ku, tu plan biserkevin. Êdî berjewendiyên Kurdan û yên dewletên ku  li ser herêmê hesabê guhertinê dikin, îro gelekî nêzî hev bûne.  Em bawer dikin ku dewletên cîhanê jî êdî vê rastiyê dibînin.

Em spasiya xwe pêşkêşî wan  dewletan û  raya giştî ya cîhanê dikin ku,  bi çekên xwe, bi alikariyên xwe  berxwedana birayên me  bi tenê nahêlin, geş dikin. Miletê Kurd  ,  dê alikariya   jibo Şingal û Kobanê tu carî jibîr neke.21.10.2014

Mustafa Özçelik
Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê(PAK)

Back to top button