Cîhan

Soylu red kir, lê Erdogan spasî kir…!

Wezîrê navxwe yê Tirkiye  Suleyman Soylu, li himber medyayê dabû xûyakirin ku, ew peyama taziyê ya Balyozê Amerikayê li Tirkiye ya bi minasebeta bûyera 13ê mijdarê li Stanbulê rû dayî qebûl nake.

 Soylu di daxûyaniya xwe de gotîbû: “Em peyama ku ji me re hatiye dayîn dizanin, me peyama ku ji me re hatiye dayîn girtiye. Ez careke din tekez dikim: Em sersaxiyên Balyozxaneya Amerîkayê qebûl nakin, em red dikin.”

Ji aliyê din ve Serokomarê Tirkiye  Erdogan roja 15ê Mijdarê, di nivîsa xwe ya li ser hesabê xwe yê Twitterê da spasiya welat û saziyên navneteweyî yên ku piştî êrîşê sersaxî ji Tirkiyeyê ra şandin kir. Di nav welatên ku Erdogan jê re sersaxî qebûl kir û spasiya wan kir, DYA jî heye ku  Soylu saersaxiya wan qebûl nekirî bû.

Back to top button