Şorişa Gulanê ew dîrûka ne nivêsî
Îro 37 sall derbaz dibin li ser teqandina êkemîn fîşekê di rûyê qirêjê Baasa dagîrker da, piştî pîlana xiyanetkariya reşa Cezayirê. Li roja 26 Gulana 1976 dirust salekê piştî wê şkestin û dagîrkerî û malwêraniya reşa bi ser başûrê Kurdistanê da hatî, bizava rizgarîxwaza Kurdistanê bi serokatî û biryara Barzaniyê nemir, biriyara şoriş û xebatê da li dijî dagîrkerên Kurdistanê û destbijêrek ji xelkê Kurdistanê, ji kadir û Pêşimerge û pale û cûtiyar û roşinbîrên dilsoz û şorşgêrr her zû pêş vê biriyara Barzaniyê nemir ve çûn û bi mal û giyanê xwe bûne sûtemeniya agirê vê şorşê.
Helbet di nav werpêç û qulaçkên vê şorşê da bi hezaran çîrokên balkêş û kesnedîtî hene û bi hezaran serbazên winda divê şorşê da hebûyine û bûyine berê binyatê avakirina şorşê ku rolê wan ne kêmtir bûye ji şorşgêrên cîhanî yên binavuçûdengên wekî Gîvaray û yên dî.
Eger ew xanîkê li gundê (Gundkî) ya Şernexê bihête ziman kanê çewa di nav çar dîwarên wî da û di rewşeka geleka dijwar da êkemîn beyannama Şorişa Gulanê bi taypekê hate nivîsîn û bi ronyoyekê hate kopîkirin û wê peyama pîroz di palxên hindek qaremanên çavnetirs da hêdî hêdî wek merhemeka ser birînan xwe berda dinav dilê Kurdistana birîndar da û digel dengê Şivan Perwerî û stirana (Ez xurtê kurdim) tezînik bi ser leşê mirovê kurd da îna û rondikên şadiyê bi çavên wan da înane xwar!!
Xwezî şikeft û çiya û nihalên Herk û Bêdava axiftban ka ew egîd û xweşmêr kî bûn yên ku êkemîn dezgayê (Êzgê Dengê Kurdistanê) bi pişta xwe di nav kemîn û çeperên leşkerê dagîrkerê Tirk ra bi ser çiyayên bilind êxistîn û li salla 1977 bo cara êkê ji geliyekê kûr dengê wî bilind bûy û gazî kirî: (Vêrê Dengê Kurdistanê) ye û vî dengî li hemû dol û nihalan, li nav kurdên dûrêxistî û zîndankirî li biyabanên Besra û Semawe, li herderê dengveday û wekî bangewaziyeka pîroz û dilsoz û şorişgêra berpêkên xwe girêdayin û berê xwe dayine cihê ev denge jê derdikevît!!
Kî heye biçît bêjîte Komatey: Te çi dîtiye ka bêje? Da ku dilê xwe yê fireh veket û bi hezaran çîrokên filmên Huliyodê û roman û terajîdiyan vegêrît. Kî dê ji Bêlimbîrê pirsît: Çima ta ku îro jî to rondika li ser 14 gulên weriyay dibarînî??
Keliha Sêriyana Dihok-Zaxo-Mosil û zîndanên Fedîliyê û Selamiyê ta ku îro jî şermezarên berxwedana şêre jinên kurd, dayik û xuşik û jinên Pêşimergane. Kes nîne ji Saniya deyka Şehîd Xisiro Bamernî bipirsît, ka çewa zebaniyên Baasa dagîrker ji ber xweragirî û çelengiya vê jinê û hevalên wê dilerizîn!! Îro bi dehan genc li Duhokê navê wan (Zîndan) e, kes nîne ji wan bipirsît li kîderê hûn hatine ser dinyayê û çima navê Zîndan?!!
Dîwarên Zîndana Heyaa Kerkûkê û Zîndanên Mosil û Ebu Xirêb û werîskên qinarê li hîviyê ne dilsozek jê bipirsît û bêjîtê: Kî bûn yên bi nînokên derêxistî û piştên qemandî û çavên tejî xwîn, bi sirûda (Ey Reqîb) berev werîskê sêdarê ve diçûn??
Rojane siwarçakên şorişê yên wekî Bedel Marûnisî û Emerê Leilê ji ser pişta hespî dikevin û her êk bi sedan çîrok, filim, laperên dîrûka zîndî ligel xwe dibine bin axê.
Pirsa min ewe kî dê bersiva van hemû pirsan bide, yên min li serî diyarkirîn û dê bibe parêzvan û xemxorê vê dîrûka me ya sêwî ya nenivêsî?!
Rizgar Kêsteyî