Şoreşa parastina Kurdistanê, xebata sereke ya nifşa demê me bû..!

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li Dihokê beşdariya rêwresma derçûyên Zanîngeha Amerîkî Kurdistan da kir.

Li rêwresmê da ku birêzan Mesrûr Barzanî Serok Wezîr, Qubad Talebanî Cîgirê Serok Wezîrê Herêma Kurdistanê, Balyozê Amerika li Iraqê û hejmareke ber bi çavên akademî û mamosta û berpirs û malbat û kesukarên derçûyan amade bûn, rêzdar Serokê Herêma Kurdistanê gotarek pêşkêş kir ku eve jî naveroka wê ye:

Amadebûyên birêz!

Derçû û xwendekarên ezîz!

Malbat û kesukarên xwendekaran û mamostayên hêja!

Êvara we baş û hemû bi xêrhatin…

Gelek xweşhalim ku piştî zêdetirê saleke dijwar ya ji bo me hemûyan, careke din li helkefteke xweş û girîng da em pêkvene. Jiyan wiha ye, xweşî û nexweşî li gel xwe da tîne, girîng eweye herdem bi hêviyê ve binêrîn û bi baweriyê ve ber bi paşerojê hengavan bavêjîn. Raste Korona gelek ezîzan ji me standin û rewşeke nexweş li hemû cîhanê pêkanî, lê belê îro em hemû pêkve li virin bo ku beşdariyê li xweşî û kameraniya serkeftina poleke dinê xwendekarên ezîzên Kurdistanê da bikîn.

Bi germî pîrozbahî û destxweşiya derçûnê li xwendekarên xweşdivî û ji dayik û bavan û malbat û mamostayên birêz û karmendên Zanîngeha Amerîkî Kurdistan dikim. Ev serkeftin encama hewl û ked û hevkarî û piştgîriya pêkveyî ya hemûyane. Hemû hêjayî kameraniya serkeftin û pîrozbahî û destxweşî û şanaziyê ne. Temamkirina xuleke dinê derçûnê, nîşana serkeftina wê nêrînêye ku li roja yekem ve ev zanîngeh li ser hatiye damezrandin.

Pîrozbahî û destxweşiyê li birêz Serok Wezîr Mesrûr Barzanî, Serokê Desteya Emîndarên Zanîngehê, birêz Dr. Randall Rhodes Serokê Zanîngehê û xanima Dr. Ranya Mecîd Seroka Encumena Kargêriya Zanîngeha Amerîkî Kurdistan dikim, ji bo derçûna xuleke dinê xwendekaran û kar û hewlên wan ya bi navê serxistina zanîngehê da bi girîng dinirxînim û hêviya serkeftinê ji bo wan dixwazim.

Xwendekarên delal…

Min xwest bi wê ve destpêbikim bibêjim: Qewet bê û newestin, lê belê we baş kir we xwe westand, westabûna we bûye cihê serkeftina we ya li xwendinê da. Îro hûn bi awayê bawernameya zanîngehê da, padaşta ked û westabûna xwe werdigrin. Bawernameya îro wateya dawî hatina ked û xebata we nîne, belku we veguhestiye li qonaxa xwendin û fêrbûnê ji bo bîrkirinê, ji bo qonaxa karkirin û piyadekirina zanist û teknelojiya û hizr û ramanê, ji bo peydakirina çareseriyeke guncaw ya ji bo her girifteke jiyanê ku tê pêşiya we.

Hez dikim bibêjim; eve nebese! ji îro pêde her çi li zanîngehê fêr bûbin, ji bo diyarkirina dijwarî û giriftên xwe û welatiyan û niştimana xwe bikarbînin. Baş bigerin, bizanin dikarin çareseriyê ji bo kijan ji giriftên teknîkî, tendirustî, aborî, civakî, çandin, darayî, li warên hatin û çûn, keşuhewa, yan her warekê din da peydabikin ku pêwîstî bi hûrbînî û naverok û dahênan û şarezayiyê heye.

Ewe bikin pîşeya xwe ya nû. Bi hemû şiyanên xwe ve, bi kirdarî, bi nifşa ji berî xwe re bibêjin: Me bawername û zanist û teknelojiya ji bo peydakirina çareseriya guncaw ya li wan warên ku Kurdistanê pêwistiyê pê heye, bikartînîn.

Her kesek ji me şarezayî û jêhatiyî ya xwe ya li warên taybet bi xwe da bikarbîne, bi awayek ku bibin cihê pêşketin û xweşguzeraniya me bi xwe û malbat û kesukar û gelê me yê li Kurdistanê. Ku ez li temenê we da bûm, derdeserî û êş û enfal, kuştar û wêrankarî, xemên rojaneya nifşa me bû. Ku bavê min li temenê we da bû, şoreşa parastina Kurdistanê, xebata serekiya nifşa wê demê bû.

Ku bapîrê min li temenê we da bû, nifşa wan li qonaxa guhertina Împaratoriya Osmaniyan bi damezrandina dewleta nû ya li Rojhilata Navîn, mijulî xebat û raperîna çandî û siyasiya nû bûn. Îro hûn û em hemû pêkve, li sayeya qurbanî û xebat û têkoşîna nifşên berî xwe da, bi azadî û serbestiyê de dijîn, dixwînîn û planan ji bo paşeroja xwe û civak û gelê xwe û welatê xwe datînîn.

Bi li berçav girtin û bîranîna wan pêşerojên dûr û nêzîk de, berpirsiyariya me û we yên nifşa niha û paşerojê ye ku ji bîr nekîn. Xebat û têkoşîn û keda we, me dibe qonaxeke nû ya jiyanê ya ji bo nûjenkirina civakê, ji bo serhildana medenî û şaristaniya nû, ji bo diyaloga serdemiyaneya dûr li binkolkirina bingeha civaka me, ji bo parastin û kûrkirina kultûra pêkvejiyan û tebayî û lêborîniya li Kurdistanê de.

Zanist û teknelojiya û bîr û hizra xwe, bixin xizmeta gelê xwe. Li rewşa jiyana me ya niha de, hûn dikarin û divê bibin kilîla peydakirina çareseriya serdemiyane ya giriftên kevin û nû ya welatiyên Herêma Kurdistanê.

Şiyanên xwe yên hevbeş yek bixin, çavên xwe vekin, giriftek, dijwariyek destnîşan bikin û pêkve hewl bidin li gel hevpol û li derveyê tixûbên zanîngehê jî hinek kesan peyda bikin heta bibin hevkarên we. Bi kûrî bîr bikin. Li bîrkirin û çareseriyê da, bêtixûb bin.

Îro 118 xwendekarên ji we bawernameya xwendinê werdigrin. Eger her yek ji we li gel çar kesên din da hevkar bê ji bo peydakirina çareseriyek li her warek da bê, zêdetirê li 550 kesan pêkve kar dikin. Derfeta kar ji bo hevdû direxsênin. Dibe ku beşeke baş ya wê hevkariyê bibê sedema damezrandina kar û kompanyayên nû yên li Kurdistanê. Tevgerê dixin bazara kar, vê cûreya bîrkirin, karkirin, hevkarî û çareseriyê, bikin plana kar û nexşeya serdema me ya nû.

Wekî mînak, yek ji we serdana nexweşxaneyek yan her cîheke din dike, hinek kêmasiyan dibîne, li şûna gileyî û diltengî û nerehetiyê, bizane girifta serekî çiye ku bûye sedema wê kêmasiyê? Bi awayeke zanistiyane destnîşan bike, ji xwe bipirse: Ev girift çawa tê çareser kirin? Gelo bi min tê çareser kirin?

Kîjan ji hevpolên kevin û hevkarên minên nû, dikarin li gel min da beşdar bin li dariştin û bicîhkirina vê çareseriyê? Kî heye li wareke cûda ya şarezayî û taybetmendiyê da, hewl daye ji wan cûre giriftan çareser bike?

Teknelojiya berdest û li nav berîk û li ser masa we, hemû tixûbek derbaskiriye, wî baştir bikarbînin. Hemû şiyanên xwe ve hewl bidin heta bigihin encamê û armanca guncaw. Şermê nekin, ji xelkê din bipirsin û bi berdewamî fêr bibin.

Çareseriyek û dehan û sedan caran biceribînin, her digihin encamê. Îro na, sibê, du sibê, çend rojeke din, eger li cîhekê hûn asê man û tûşî astengan bûn yan we hest bi bêhêviyê kir, Thomas Edison bînin bîra xwe! Edison şeş hezar keresteyan ceriband heta dawiyê de karî glop(lamba) û ronahiyê dabihênê û cîhanê rewşen bike.

Li wê proseyê da gotibû: Min tu demekê şikestê neaniye! eger serî negirtibe, min deh hezar rêyên din peydakiriye! dîsa her Edison gotibû: Li seda yekê bilîmetiyê, pêkhatiye ji îlhamê, noht û neh ji sedê jî xwêhdandanê da û têkoşînêdaye.

Dev jê bernedin, xwe biwestînin, xwêhdana eniya xwe paqij bikin û ji nû ve ji bo welatê xwe destpêbikin. Her kes û civak û mîllet û gel û neteweyek, bi berxwebide bi piştrastiyê ve digihe armancê û digihe aramiyê. Xwe westandin û karên berdewam, tameke taybet dide jiyanê! Eger jiyana kesek rizgar bikin, jiyana keseke xweş û xweştir bikin, çîroka xebata nifşa berî xwe dibin asteke bilindtir û paşerojeke rewşentir li benda we dibe. Xwendina bilind, bilindtir bikin! wê demê hûn dibin sirûş û îlhama nifşên paş xwe.

Amadebûyên birêz…

Xwendin û perwerde milên serekiya hemû civakeke serkeftîne. Civak û gel û welatên serkeftî, ewin ku kalîteyeke bilinda xwendin û perwerde û pêgihandina wan heye. Me li Herêma Kurdistanê zêdetirê hemû tiştekê, pêwîstiya me bi bingeheke bi hêz ya xwendin û perwerde û pêgihandin û kalîteyeke bilinda wê kertê heye.

Piştgîriya me ya ji bo xwendina bilind û baştirkirina kerta perwerdeyê bi giştî berdewam dibe. Destxweşî û piştgîriyê li hikûmet û aliyên peywendîdar û Serok Wezîr dikim ji bo hewl û hengavên wan ya bi navê pêşxistina bi warên vekolîn û lêkolînên zanistiyê da.

Xweşhalîn ku dibînîn serkirdeyên paşerojê li zanîngehê têne pêgihandin û li hemû waran da roleke bi bandor dibînin. Ewên îro li vir û li zanîngehên dinê Herêma Kurdistanê bi kalîteya bilinda xwendin û pêgihandinê temam dikin û derdiçin, ew serkirdeyên paşerojê ne, paşeroja welat li destên wan daye.

Me xwest û îradeyeke ciddî ji bo ber bi pêşveçûn û avakirina Kurdistaneke bihêz heye. Her ew îrade bû wiha kir ku ji bilî hemû dijwarî û metirsiyan, ev zanîngeh li serdema Da’îş da dirust bibê. Ewe nîşane û belgeyeke bihêze ji bo berdewamî û girîngîdana bi xwendinê.

Xweşhalim ku zanîngeh ji bilî girîngîdana bi xwendina wan hemû warên zanistî ji bo îro û paşeroja Kurdistanê girîngiyê pêdide ku gelek pêwîstin, girîngiyê bi zanistên mirovî û warê jîngehê jî dide. Gelek girînge zanîngeh li gor pêwîstiyên welat û bazar û kar û pêşxistina li hemû waran da, derçuyan amade bike û li gor planekê pêdiviyên niha û paşeroja welat pir bike.

Amadebûyên birêz…

Her li vê derfetê da dixwazim hinek behsa rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê bi giştî bikim. Niha Kurdistan û Iraq bi qeyranê da derbas dibin, lê belê hebûna nexşerêyeke rewşen û îradeyeke ciddî, mîsogeriya çareseriyêne ji bo wan kêşeyan û hevkar û yarmetîder dibin ji bo aramiya li hemû navçeyê da.

Bi sûdwergirtina ji şaşiyên berê, bi dev jê berdana li lojîka bi serçûyî ya bihêz û bêhêz, li ber girtina nêrîneke nû ya li ber ronahiya destûr û wan bingeh û prensîpên Iraqa nû ku li ser dirust bûye, dikarê rêya Iraqê rast bike, her bi wê nêrînê jî Bexda û Hewlêr dikarin pêkve bigihin hevdû têgihiştineke yekcarî ku dawiyê bi girêya li navbera wan de bîne.

Ji bo serxistina wê proseyê divê em li navxweya Kurdistanê da yekrêzî û pêkveyî û hevkariyê bi hêztir bikîn ku mîsogeriya parastina destkeftan û mafên me yên destûrîne. Her wiha kêşeya xwesepandin û hebûna nerewaya PKK jî li Herêma Kurdistanê, divê bi helwesteke Kurdistaniyaneya hevbeş, bi xemxuriya ji bo berjewendiya Herêma Kurdistanê û parêzgeriya li ser û malê welatiyan û dûrxistina şer ji Herêma me, bersîvê bidîn.

Divê bi yek deng û yek helwestê ji PKK re bibêjîn: Êdî bi bêrêziyê ve li îradeya xelkê Herêma Kurdistanê, li sazî û damezraweyên wê yên şer`i û li berjewendî û ser û malê xelkê Kurdistanê nenêre! Vê şerê bêhûde ji berstû û yexeya gelê Kurdistanê dûr bixe. Rêz li serweriya Iraq û Herêma Kurdistanê û li desthilata şer`î ya Kurdistanê û pêgirê yasayên Herêma Kurdistanê be, êdî nebê sedema leşkerkêşî û zerer û ziyanê û ku ji bilî wê kêşeyê gelê Kurdistanê bi xwe bi komek kêşe û giriftên din ve mijûle.

Bi tu awayekê nabê axa Herêma Kurdistan û Iraqê û tixûbên wê, bibin çavkaniya gefê û ji bo êrîşa dijî welatên cîran û têkdana asayîş û aramiya wan, bê bikaranîn. Hikûmeta Federaliya Iraqê jî divê erkê xwe ya li parastina asayîş û aramiya welatên cîran bi cîh bike.

Li dawiyê de dûbare pîrozbahiyê li derçûyan dikim, hêviya serkeftinê ji bo we hemûyan dixwazim. Li vir jî bi taybetî bixêrhatina Balyozê Amerîka dikim ku ji Bexdayê ve kerem kiriye bo ku li vê ahengê de li gel me beşdar bibe û gelek bixêrbê. Spasî beşdarbûna we hemûyan dikim.

Dîsa pîrozbahiyê li wan ezîzan dikim ku îro bawernameyê werdigrin û hêvîdarim li hemû jiyana xwe da serkeftî û serfiraz bin û xwedê pişt û penaya we bê. Bi xêr bên.

Gelek spas…

Nerîna min :