Nivîsar

Şoreşa demokrasîya li welatên ereba ango şoreşa petrolê

 
Di sedsala 21’a de gerdûna ereba hat gohartin. Bêgûman serfîrazî ya sala 2011, paqijkirina zorbazên Rojhelat a Navîn bû. Herweha mirina Muammer Gaddafi sînyalêk tuj dişîne zorbazên wek; B. Essad, M. Ahmedinejad, T. Erdoğan ku jehr dijê merovatî yê direşînin. Ber vê yekê ger ew ji tev welatên din zidetir, welatê xwe bi xebatên baş karbînin.

Xistina zorbazên Ereb bi Tûnisê serî lêkir, çu Misrê û Lîbya’yê de bêhn da. Lê ez bawerim ewê berdewam jî bike.
Lêbelê şoreşa ku li welatên Ereba hat çêkirinê hînha negiştîye rewşa azadîyêk aram. Daxwaz demokrasî ye, lê barê Ereba girane. Şoreşa demokrasî yê wek şoreşên Atatürk şevêk de çênabe. Xwe karhanînêk bêzorbaz, serî, heta binî de dem û xebat pêwîst dike. Her ev çiqas ewabe jî, em ger şiyarbûna welatên Ereba biçuk nebînin. Ew, roj bir roj nava xwe de xort dibin.

Her weha xistina zorbazan şoreşêk mezine. Lê yê hîn girantira şoreşa Ereba, nû serî lê da ye. Çareserî ya demokrasî ya dewletên polîs ku bêserfîrazin, pirsgirêkek gelek zehmete. Ereb her weha ketin nava pirsgirêkêk bêzarkirinê. Lîbya bi xwe welatêk ku bi emperyalîzma sexte ya İtalyanî hatibû danandin û gelek cara wek herema nabera eşîreta de hatibû perçekirin, (Libya dawî ya Şerê Gerdûnê 2’de ketbûn destên Fransa û İnglîstan. Netewên Yekgirtî (NY) sala 1949’de bîryarê serxwebûna Lîbya dabû. Sala 1951’de Lîbya bi piştgirî ya NW gîşt bûn serbixwebûna xwe. Her weha Lîbya ji sala 1969’a bin karhanîna zorbaz Gaddafi de bûn) ger zêdetir berxwe bide.

Em tev dizanin ku Gaddafî welatê xwe ji tev zorbazan xerabtir wek rewîştpîsêk kargerand. Ji şerê Hezîran 1967 şûnde dijwarê dagirkiri bû. Emrê Panam 103 dabû û piştgirê terora tev gerdûnê bûn. Zorbaz Gaddafi ji welatêk mezin û petrolêk pir giranbûha bû. Ber vê yekê ger ji holê bahata rakirin
Her weha tekal kirina heremê jî gelekin. Wek Bakurê Afrîka ji Tunis ’ê heta Qahîrê ji zorbazan hat azad kirin. Welatê herî mezintirê Afrîka, Cezahîr wek erd û ezmîn ewlewîyêk koçberîyê da malbanta Gaddafi. Lê Gaddafi nikaribû dijê NATO yê şerê hewayî zêde berxwe bida. Ber vê yekê mirina wî hat rojevê. Bi mirina wî gelo ewê Cezayîrî bêrîya Gaddafi bikin? Bibe ku Erebên nejatperest bikin, lê zemnakim ku demokrasî xwaz bêrîya zorbazêk bikin.

Ewa xwîya dikê ku pêşeroja Cezayîrê ji bo Amerîka û Ewropa krîtîke. Mîrê Parîsê ger anha bi çavên nezîk li wêneya Cezayîrê mêzeke.
Em dizanin ku Assad’ê Surya’yê bi salên dirêj gelek nêzîkê xanedana Gaddafi bûn. Her weha behevre gelek piştgirî dabû terorîstên Mullah yê İranî. Hertim berxwedana Surya’ye bi piştgira birahê wanê Lîbyayî serkeftî dest pêdikir.

Her çiqas malbata Bahreynî pişt nedabe teror ango wek Libya hovîtî yê nekirbe jî, ger ber xwe keve ku dor were ser wê. Em zanin ku ew dijê reformê bûn û berdewamî ya şahîtî ya grava xwe dixwazin. Ev jî bo xistina wê, sedemêk başe.
Ali Abdallah Saleh’ê Yemen ’ê ji Gaddafi zêdetir salên dirêj welatê xwe karhanît. Ji ber ku wê welatê xwe xist sîndorê şerê navîna welat (şerê sîvîl) anha WN (Welatên Netew), bibe ku durxistanê wê bixwaze.

Dr. El Erian, serokê PIMCO, (pardarî ya kadî ku kardarî ya $1 zidetir dike) ku Misrî ye, hanît ziman ku: ‘Ji ber serkeftina ku gelhê Misrî destkirine, mafê wanê ku Xelata Nobelê bidne wan’!

Gelek başe ku çend zorbaz hatin xistin! Ewê anha çi bibe? Bêgûman daxwaz demokrasîye. Ka birastî daxwaz demokrasî ye ango petrole? Em zanin ku dara sêvê herdêm bin êrîşê kevira de ye. Petrola Rojhilata Navîn jî her weha bin kevira de ye. Ku weha nebe ka bo çi Ahmedinejad û Essad nahên xistin? Çavên wanê sor, xwîna merovatîyê dirjîne! Xwîna Kurda dirjîne!Herdo jî çekê kîmyasal hildibarînin û bo ku petrola wa tûneye welatên demokrasîxwaz bêdengin! Ma ev ne cot standardî û bêdadî ye?

Wê welatên wek Ethopya bibe armanca êrîşê. bayê şoreşê li Sahara’re derbas be, ewê bê êrîşkirin. Lê anha xwiya dikê ku ewê ba welatên Başur xerake. Ji welatên Bakur û gerdûna Ereba ger bê tirsandin.

Gor tev giranîyên ku serê gelê Erebê demokrasîxwaz re derbas bû, merov heyran dimîne ku ereb ji bo gerdûnêk nû berxwedan didin. Serkeftina şoreşa ku li dijê zorbaza hatkirin, bin navê demokrasîyê hatkirin, lê em zanin ku daxwaz petrol bûn. Her çiqas daxwaz petrol be jî, bi çuyîna zorbazan, yek xelekêk zincîrê aşîtî ya gerdûnê hat ziximkirin. Eqbe li serê Kurda be. Ewê rengînîyêk mezin be ku dor were ser zorbazên neyarê Kurd û Kurdîstan’ê. Çewa zorbaz Saddam ket, hêvîdarim ku zorbazên dijê kurda tev bikevin û em kurd jî bigîjin jiyanêk aram û azad. Lê ji bo vê xebat a girîng, yekîtîya Kurda pêwîste.

Solîn HACADOR

Back to top button