Nivîsar

“Sonda Tirkkirinê (andımız)”

Atatirk û hevalên wî û dîktatoriya wan, ji bona ku Kurdan û kêmneteweyan bikin Tirk, teoriyên nîjadperest dan çêkirin. Nivîskar û lêkolînegerên nîjadperest jî Teoriya Dîrokî ya Tirk (Türk Tarih Tezi) û Teoriya Zimanê Tirkî (Türk Dil Teorisi) çêkirin.

“Sonda Tirkkirinê (andımız)” domandına siyaseta dewleta tirk ya tirkkirina neteweya kurd e…

Îbrahîm GUÇLU

“Sonda Tirkkirinê (andımız”, di sala 1933an de ji aliyê Reşîd Galîbê Rodosî yê nîjadperest de tê nivîsandin. Di 23 Nîsana 1933an de cara pêşî tê xwendin. Pişt re jî ji aliyê dewletê ve “sonda tirkkirinê” wek sonda xwendevanan bi giştî tê qebûl kirin û dibe qanûn. Balkêş e ku ew kesê ew sonda nîjadperest ya xwendevanan dinivîsîne di heman dem de doxtor e.Ji derveyî Tirkan kesên neteweyên din însan qebûl nake.

“Sonda Tirkkirinê”, heta sala 2013 ji aliyê xwendevan ve hat xwendin. Hîç şik tune ye ku ev sonda ji bona xwendevanên Tirk ne pirsgirêkek bû, ew sondê  bextewar bûn. Lê ez baş di xwendevaniya xwe de jî dizanim ku ew sonda ji bona xwendevanên kurd xemgîniyek mezin bû, kxendevanên kurd bi sondê ne bextewar bû. Ez di wê baweriyê de me ku ji bona xwendevanên Çerkez, Rûm, Boşnak, Gurcî, Ereb û xwendevanên civatên din yên milî jî xemgîniyek bû.

“Sonda Tirkkirinê”,di nav pêvajoyê de û di demên cûda de hat guhertin. Lê tiştê di Sonda Tirkirinê de nehatiye guhertin, tirkbûn û kurd tirkkirin û ji Atatirk re bîat bû.

 “Sonda Tirkkirinê” ji aliyê Hikûmeta AK Partiyê de di sala 2013an de di “pêvajoya çareseriyê” ya derewîn de ji holê hat rakirin. Pişt re rêxistineke mamosteyan ya Tirkparêz û nîjadperest, biryara hikûmetê bir dadgehê. Di encama pêvajoyeke teknîkî ya hiqûqî de beriya çend rojan Dadgeha Bilind Daniştayê biryar da ku ev “sonda tirkkirinê” ji aliyê xwendevanan de nayê xwendin.

Di serî de MHP û CHPê, hemû nîjadperestên Tirk li dij biryara Dadgeha Danîştayê derketin. Nîjadperestî û sonda Tirkkirinê parastin.

Hîç şik tune ye vê bi xwe re minaqeşeyên girîng anîn rojevê.

Sonda Tirkkirinê gelek kurt e. Lê gelek wetadar e. Rojane jî wateyeke wê ya siyasî heye.

Loma ez li ser “Sonda Tirkkirinê” rawestandinê girîng dibînim. Di Telewîzyona Uzayê de jî bi awayekî gelek zelal û hişk min nêrînên xwe pêş kirin.

“SONDA TIRKKIRINÊ (ANDIMIZ)” DOMANDINA SÎYASETA DEWLETA TIRK YA TIRKKIRINA NETEWEYA KURD E…

Atatirk û hevalên wî di destpêkê de ji bona ku piştgirya kurdan li hemberî desthilatdariya Osmanî bigrin; dewlet û desthhilatdariya xwe ava bikin, bi kurdan re dostanî nîşan dan. Bi mezinên kurdan re danûstandin kirin. Soz dan wan ku Otonomiya Kurdistanê qebûl bikin û ji avabûna Otonomiya Kurdistanê re bibin alîkar.

Hezar mixabin piştî ku Atatirk û Hevalên wan bûn desthilatdar û dewleta xwe ava kirin, bi piştgiriya nevnateweyî ya Îngilîzan û Yekîtiya Sovyetan, dîktatoriya xwe ya leşker û sivîlên burokrat ava kirin, Tirkbûn ji bona xwe pejirandin. Her tiştek gor xûrtkirina dîktatoriya xwe meşandin. Diviya bû ku Tirkbûn jî xûrt bikiran. Ji bona vê jî stratejî û siyaseta Tirkkirina kurdan û kêmneteweyên din pejirandin.

Atatirk û hevalên wî û dîktatoriya wan, ji bona ku Kurdan û kêmneteweyan bikin Tirk, teoriyên nîjadperest dan çêkirin. Nivîskar û lêkolînegerên nîjadperest jî Teoriya Dîrokî ya Tirk (Türk Tarih Tezi) û Teoriya Zimanê Tirkî (Türk Dil Teorisi) çêkirin. Gor van teorî û nêrînan Kurd û hemû kêmneteweyên heyî Tirk in. Hemû ziman jî Tirkî ne û ji Tirkî çêbûne. 

Dema ku dîktatoriya Atatirk û Hevalên wî biryar dan ku Kurd ne miletekî cûda ne, tirk in, wê demê bi gelek babet û awa û metodan ji bona kurdan bikin Tirk plan û proje çêkirin.

Sonda Tirkkirine, beşek ji vê xebat û siyaset û stratejiya Dewleta Kemalîst ya Tirk e.

Sondeke nîjadperest e.

Sondeke li dijî miletê kurd e; ziman, çand, dîrok û hemû hêjayiyên neteweya kurd e.

Serkaniya van hemû xirabiyan jî metîngehkarî û kolonyalîzma Dewleta Tirk ya Kemalîst e.

CHP JI VÊ NÎJADPERESTIYÊ NIKARE XWE BIŞO Û LEWRA EW XWEDİYÊ “SONDA TİRKKIRİNÊ” NE…

Dema ku em ji Dîktatoriya Atatirk û hevalên wî qal dikin, em raste rast ji Dîktatoriya CHPê qal dikin. Lewra CHPê partiya Atatirk û hevalên wî bû. Partiya leşker û sivîlên burokrat bû. Dîktatoriya li dijî kurdan û hemû miletan û heta ya Tirkan jî bû.

CHPê nûha jî gelek aşkere diyar dike ku ew domdarên wê dîktatorî û wê demê ne. Avakarên dewletê ne. Tirkkirina kurdan jî ji aliyê CHPê de hatiye meşandin. Piştî wan jî partiyên din ew siyaset û stratejiya Tirkkirina Kurdan domand. Lewra çanda Kemalîst û çanda nîjadperest û dagirker û kolonyalîst kete rûh û laşê hemû partiyan û Tirkan.

Loma CHPê nikare xwe ji Sonda Tirkkirina kurdan bişo.Lewra ew xwediyê Sonda Tirkkirinê û tirkkirina Kurdan e.

CHPê sîstema nîjadperest, kurdkûj, kolonyalîst, dagirker, dîktator ava kir. Wê qetlîam û jenosîda kurdan pêk anî. Siyaset û stratejiya wê bûye sedem ku hîn li Bakûrê Kurdistanê jenosîda kurdan, jenosîda ziman û çanda kurdî didomîne.

CHPê loma li dijî Sonda Tirkkirinê dernekeve. Nîjadeperestiyê dimeşîne. Manewra ya siyaetê tîne rojevê. Ji bona berjewendiya xwe siyasî ya rojane  MHPê re dibêje ku “li dijî biryara dadgehê dernekeve, li dijî şerîkê xwe û endamê Tîfaqa Cûmhûr Ak Partiyê derkeve.” Ji biryara Dadgeha Bilind ya Daniştayê re jı xwedî dernekeve..

Lewra ew baş dizane ku dema li dijî Sonda Tirkkirinê derkeve, divê hemû sîstem û siyaset û stratejiya Atatirk jî bîne qada minaqeşeyê.

ZÊDETIR MHPÊ LI DIJÎ BIRYARA DADGEHÊ ya DI DERBARÊ SONDA TIRKKIRINÊ DE DERKET. EW JÎ SURPRÎZ NEBÛ. BI VÊ DIJITIYA XWE, JI MAKEZAGONEKE NÛ RE JÎ DIJITIYA XWE DIYAR KIR…

MHP, wek li Tirkiyeyê aşkere tê zanîn ku ew rêxistineke nîjadperest ya Tirk e. Serdestiya miletê Tirk bi awayekî nîjadperestî diparêze. Li dijî hemû mafên neteweya kurd e. Ji bona ku Neteweya Kurd bibe Tirk di nav hewildneke xurt de ye. Ew helwesta MHPê bes ne ji bona Bakûrê Kurdistanê û Kurdên Bakûr e. Hewildana MHPê di hemandem de ji bona hemû kurdên çar parçayan û hemû kurdên dinyayê ye. Dema kurd li ciyekî û li beşeke Kurdistanê mafekî qezenç bikin, dijitî dike.

Loma jî li hemberî biryara Dadgeha Bilind ya Daniştayê bi tundî dijminitî dike. Daxwaz dike ku divê Sonda Tirkirina Neteweya Kurd û neteweyên din bi kar bê anîn.

MHPê bi helwesta xwe karên xwe yên Ak Partiyê û pêwendiya Tîfaqa Cûnhûrê jî ji bona pêşerojê dixe xeterî û nav pirsgirêjkan.

Tê zanîn ku Ak Partî dibêje ku emê Makezagoneke nû çê bikin. Makezagona nû dema ji bona Kurdan û Tirkan û hemû neteweyan û olan û mezheba be, dibe makezagoneke nû.

Dema ku kurd wek neteweyekî nayên pejirandin, gelo dê ji bona wan dê çewa makezonek çê bibe? Li Tirkiyeyê dê çewa makezagonek nû çê bibe.

Diyarbekîr, 18. 03. 2021

Back to top button