Civak

Siyasetmedarê kurd Îhsan Aksoy koça dawî kir

Siyasetmedar, nivîskar û rewşenbîrê kurd Îhsan Aksoy li Alamanya 73 saliya xwe de koça dawî kir. Eve demek bû Aksoy nexweş bû.Aksoy ji xortaniya xwe ve di nav Tevgera Netewî ya Kurdistanê de kar û xebatan dikir. Di vê çarçoveyê de Aksoy damzirînerê Komeleyên Çandî ya Rojhilat a Şoreşger (DDKO) Partiya Soyalîst a Kurdistanê PSK, Komeleya Çandî ya Gel a Şoreşger DHKDyê bû. Ji ber van karên xwe çendîn sal di girtîgehê de maye. Digel siyasetmedariya xwe karên edebî, rojnamevanî û weşangerî jî kiriye. Ew xelkê Agiriyê bû û pisporê çand û folklora herêma Serhedê bû.

Back to top button