Endamê Polîtbîroya PYK-Sê Silêman Oso diyar kir, ku PYD di demekê de 220 çekdarên DAIŞê efû dike lê xebatkarên doza kurdî di zîndanan de dihêle. Roja Şemiyê 24ê Hezîranê, endamê Polîtbîroya Partiya Yekitî ya Kurdî li Sûriyê Silêman Oso û endamê Komîta Navendî ya Partiya Demkrata Kurdistanê – Sûriya (PDK-S) Nafih Ebdella ji zindana Elaya li bajarê Qamişlo serbest hatin berdan.Silêman Oso behsa awayê girtina xwe kir û diyar kir, ku li zindanê bi li hember wan fertareke xirab dihate kirin. Oso got: “Ez li mala xwe bûm. Dewriyeke Asayişê li derî da. Min derî vekir. Ji min xwestin ez demildest ligel wan herim nav otomobîlê. Rê nedan min ku ez malbat û hevjîna xwe agahdar bikim. Ne hiştin ez cilûbergên xwe yên fermî li xwe bikim. Ne jî hiştin ez dermanê xwe ligel xwe bibim, ji ber ku ez nexweş im û êşa dil bi min re heye. Ez birim girtîgehê. Awayên lêpirsînê gelekî xirab bûn.Hinek gotinên ne xweş digotin me, ku ne guncawî xebata me ya dehan salan in, di ber gelê me de.” Sileman Oso sedema serbestberdana xwe bi rewşa xwe ya tendirustî ve girêda û diyar kir, ku serbestberdana wî bi mercekî bûye, ku ew li rûniştinên dadgehên Rêveberiya Xweser de amade bibe. Endamê Polîtbîroya Partiya Yekitî ya Kurdî li Sûriyê Oso herwiha behsa serbestberdana çekdarên DAIŞê kir, di demekê de ku siyasetmedarên kurd hêj di zindanan de ne û diyar kir: “Ji ber rewşa me ya tendirustî em serbest hatin berdan. Ez û mamoste Nafih Ebdulla. Ji ber ku êşa dil bi min re heye. Ez tûşî krîza dil bûm. Bi şevê ez veguhastim nexweşxaneyên Qamişloyê. Min derman bikaranî. Lê merc ji me re danîn.Divê em di rûniştinên dadgehên wan de amade bin. Em weke Encûmena Niştimanî ya Kurdî, van kiryarên li dijî xebatkarên kurd de protesto dikin. Wan xebatkaran piraniya jiyana xwe di ber gelê xwe de, di girtîgehên rejîmê de, derbas kir. Di demekê de ku em dibihîsin zêdetirî 220 DAIŞî li Minbic û Tebqayê, serbest hatine berdan lê baştirîn têkoşerên gelê me di zindanên PYD de ne.” Silêman Oso destnîşan kir, ku tundûtûjî ti sûdê nade doza gelê kurd û ne jî çare ye û da xuyakirin, niha derfeteke dîrokî hatiye ku Kurd qezencekê bidest bixin.Endamê Polîtbîroya Partiya Yekitî ya Kurdî li Sûriyê herwiha got: “Em dibêjin, şêweyê tundûtûjiyê bê sûd e. Ne jî çare ye, ji bo doza gelê me. Rewşa ku Sûriyê tê de derbas dibe, rewşeke hestiyar e. Sûriye ji qonaxeke dîrokî re derbas dibe. Em weke nûnerên tevgera kurdî, li Kurdistana Sûriyê dibêjin, derfeteke dîrokî heye, ji bo em qezencekê ji gelê xwe re bidest bixin.” Rûdaw
Pêş
01/07/2025
DEM operasyona li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê şermezar kir.
01/07/2025
Serok Nêçîrvan Barzani û Balyozê Fransayê rewşa deverê nirxandin
Têkildar
Balkêş e ?
Close