Civak

Siyasetmedarê Kurd ALî Beykoylu koça dawî kir

Alî Beykoylu di encama nexweşiya penceşêrê li Ezeromê nexweşxaneyê de koça dawî kir. Alî Beykoylu niştimanperwerek hêja li bakurê Kurdistanê bû. Beykoylu ji Ezeromê  ji navçeya Tekmanê bû. Alî piştî darbeya sala 1971ê hate girtin û ji doza DDKO yê hate darizandin û cezayek zede girt. Di damezirandina weşanxaneya KOMALê û Kovara Rizgariyê de pişgiriyek mezin dikir.

12ê Îlonê piştî darbeya Leşkerî hate girtin û ji doza Rizgariyê de ceza xwar û kete zindanê.

Alî Beykoylu piştî ji zindanê derket cardin xebata xwe ya Kurdewarî berdewam kir. Di rêveberiya Kurd-Kav, DEP û piştre jî ya HAK-PARê de cih girt.

Alibeykoylu encama nexweşîya pênceşêrê eve demek bû nexweş bû. Li bajarê Ezeromê li nexweşxaneyê de koça dawî kir. Temê Beykoylu li navçeya Tekmanê li gundê wî spartin axê.

Back to top button