Siyasetmedar û sendîkagerê kurd Mahmut Tîmurtaş çû ber dilovaniya xwedê.
Siyasetmedar û sendîkagerê kurd Mahmut Tîmurtaş ku di heman demê de bavê berdevkê Ciwanên Netewî yên Kurdistanê (CNK) Jiyan Tîmûrtaş e, roja Îniyê li bajarê Sêrtê calta li dilê wî dabû û ew li Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê hatibû rakirin û di bin çavdêriya hûr ya bizîşkî de bû. Lê digel hemû hewlên bizîşkan sax nebû û îro danê sibê koça dawî kir.
Mahmut Tîmûrtaş siyasetmedarekî naskirî yê Sêrtê bû û piştî derbeya 12ê Îlonê ji ber doza DDKD-KÎPê hatibû zindanîkirin û dewletê, wekî piraniya siyasetmedarên kurd ên wê serdemê berê wî jî dabû Girtîxaneya Amedê ya jimareya 5ê.
Mahmut Tîmûrta ji zêdetir 20 salan Seroktiya Şaxa Sêrtê û Mêrdînê ya Sendîkaya DISK GENEL ÎŞê kiribû. Herwiha li Şaredariya Sêrtê wekî Serokê Daîreya Karên Paqijiyê bi salan xebitî.
Mahmut Tîmûrtaş ji Enstîtûta Perwerdehiyê ya Sêrtê û Zanîngeha Harranê ya Beşa Endezyariya Çandiniyê dêr çûbû. Ew bavê 4 zarokan bû û yek ji zarokên wî, Berdevkê Ciwanên Netewî yên Kurdistanê CNKyê Jiyan Tîmûrtaş e.