Nivîsar

Siyasetmedar û partiyên TENEKE..

Çeto Omerî

Siyasetmedar divê rewșenbîr be, wêje, dîrok û çanda gel û welatê xwe nas bike, bizane. Divê behn fireh be. Dilnerm be. Rêz bigre û rêz bibîne û di heman demê de jî divê șoreșger be, li pêș be. Divê mûrîd û partî perest nebe ji bo doz û gelê xwe xebatê bike.

Mixabin siyasetmedarên Kurd bi taybet jî yên bakúrê Kurdistanê partiyên xwe li ser kevneşopiyan bi fikrek grupî ava dikin û li ser armanc û dozê û li ser gel dibînin. Ev helwest dibe sedema ku di nava partîzaniyek teng de helwest û kesayetiyên xwe bi nerîn û siyasetek teng heps dikin. Ji ber wan kêmasiyan di 40 salên dawî de 40 rú spî û rewșenbîr nîne ku mîna șehîd apê Musa Anter, Faqî Hûsên Sağniç, Osman Sebrî, Cegerxwîn mirov li civaka wan rûnê ji sohbeta wan ji tecrûbe û bîranînên wan tahm û lezzetê bistîne. Em bi wan kal û pîrên por sipî ku mejiyên wan di nava salên 70’an de maye mane xeyirî. Wan di nava 70 û 80 de 10 sal șoreșgeriyek bê tecrûbe kiriye. Lê piști salên 80 heta îroj we bes bi çîrok û bîranînê wan deman wextên xwe bihûrandî ne. Îro her yek ji wan 60-70 salî ne. Lê hîna jî dev ji gelê Kurd bernadin, piraniya wan heta îroj zarokên xwe birêxistin nekirine, zarokên xwe perwerde ya doza netewî nekirine. De ka bila bêjin ku çend heb ji zarokên wan di nava kar û xebata wê doza pîroz de xebatê dike..? Gava mirov wan yan jî koma wan ya kal û pîran “ku wan navê partî li li xwe kirine” rexne dike ew weke mûrîdên qwîr êrîș dibin li ser rexnegir. Bêguman ew rewșa wan li ber çavan e. Êdî tiștên veșartî namîne û êdî her kes rastiyên wan dizane.

Ji nuke pêve yekîtiyên wan jî fêde nake.

Ji ber ku bi navê yekîtiyê wan 40 di salên dawî de gellek gavên yekîtiyan tarûmar kirine.
Îro ddkd tenê dîrok e.
PDK-T – RNK-KUK tenê dîrok e.
Rizgarî dîrok e. Kawa dîrok e.
Psk dîrok e.

Û ew dîrok jî hîna ne hatiye nivîsandin. Ango wan erkên xwe yên nivîsandinê jî bicîh neanîne.
Wan muhaseba wan salan jî nekiri ne. Ka çen kes di nava șer û êrîșên partiyan de canê xwe ji dest dane, çend kes di nava partiyan de hatine kûștin û înfaz kirin?
Ha di nava rastiyên weha eșkere de ew û partiyên wan yên teneke ku ji kal û pîrên teqawîd buyî hatiye ava kirin bê minet in.
Gava ku wan erkên xwe li hember rêxistinên xwe yên beriya 30-40 salan hîna bi cîh ne anî bin, ma dê kê ú kî ji wan bahwer be.?
Wan heta îroj darek ne çandiye lê niha li binê darên çilmisî de li ser pelên weșandî li hev ketine.
Waye yek bi yek diçin û her ku diçin mirovên li ber tapûtên wan jî kêmtir ú kêmtir dibe.
Ew rewşa îro berhema we tewan e û ha ev e halê we..

Back to top button