Nivîsar

Siyasetek nû ya Kurd şert e

Altan Tan

Hefteya borî min seferên Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan û Midûrê Îstîxbarata Netewî Îbrahîm Kalin ên Amerîkayê nirxand.  Û min gotibû wê li herêmê geşedanên cidî rû bidin; Min hewl da ku rave bikim ku bazar, kirîn û hesab hatine kirin.

Demek şûnde Hakan Fîdan û Îbrahîm Kalin ê ku ji Amerîkayê vegeriyan bi toza li ser lingan, çûn Bexdayê û Wezîrê Paraztina Netewî Yaşar Guler jî bi xwe re birin.

Bê guman, çend aliyên vê mijarê hene.

Ya yekem, pîvana herêmî.

Li vir hikûmeta navendî ya Iraqê; Bexda heye û Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê (ÎKB) heye; Malbata Barzanî û PDK.

Di konjuktura navnetewî de DYA ku niha serkêşê cîhanê ye, ji ber ku li Bakurê Sûriyê, li Herêma Kurdistanê û Rojava bi cîh bûye, di van mijaran de xwedî gotin e. Îcar niha çi diqewime?

Bê guman, wek her kesî, em jî meraq dikin ka çi diqewime. Lê elîtek siyasî ya Kurd heye ku meraqan nake û van tiştan cidî nagire. “Çawa dibe ku siyasetmedar geşedanên weha girîng li ber çavan negirin?” Ger hûn bêjin, li rewşa me binêrin, hûn ê fêm bikin.

Di Kurdî de gotinek pir xweş heye:

Rêberê me Alo  ye

Xwarina me çilo ye!

Îcar “Eger rêberê me Alo be, xwarina me wê Çilo be”. (Alo yekî bêhiş û xemsarê gund e; çilo pelê darê zuha ye, ne baş e.)

Mixabin rewşa me ya niha ev e. Ev xala ku emê bi mejiyê elîta siyasî ya Kurd a îroyîn, kesên ku xwe rewşenbîr û ronakbîr dihesibînin, bigihînin.

Îcar çi diqewime?

Bi rastî, heta niha em gelek hûrguliyên mijarê nizanin. Ji ber vê yekê qet nebe ez nizanim. Lê li vir çi diqewime: Tirkiye ber bi konseptek nû ve diçe. Ji konsepta asayîşê gavek din pêş dikeve û bi niştecîhbûna li Sûriyê (Rojava) û Iraqê, bi taybet li herêma Kurdistanê, wê xurt dike û gavên din diavêje û di vê demê de jî bêyî ku birjîne û bişkîne li gor xwe hevkariyan çêdike û vî karî berfirehtir bike.

Li vir pirsek heye ku dive bê pirsîn: Ji ber vê yekê, divê çi bê kirin? Ji ber vê yekê heger ev têgeha ewlehiyê hê pêşdetir biçe, piştî ewlehiyê çi tê?

Tirkiye çi plan dike? Plansaziya dewletê çi ye? Hikûmeta AK Partiyê çi plan dike? Li hember van planan divê Kurd çi bikin? Bi salan e ez vê dibêjim: Bêyî ku bikeve nav hûrguliyan; Hevalno, wextê çek, tundî, şer û terorê pir derbas bûye. Xwezî ew dem qet nehatibûna.

Niha dema paraztina têkoşîna demokratîk, maf û azadiyan û bi rêyên hiqûqî, demokratîk û bilindkirina vê alê ye. Ji ber vê yekê, heta ku PKK bi israr siyaseta xwe ya berê bidomîne, heta ku HDP û DEM li ser heman rêya ku heta niha meşandine bimeşin, bawer bikin ku hem ji bo demokrasiya Tirkiyê hem jî ji bo Kurdan ne mumkin e ku bigihêjin xalek pêş.

Dewlet çi dike bila bike, planên hikûmeta AK Partiyê jî çi dibe bila bibe; Bila li Rojava û Kurdistanê qereqolan ava bikin, lê ne mumkun e ku Kurd xelas bibin. Îcar piştî vê qonaxê divê li Tirkiyê çi bê kirin? Divê Kurd bi çi helwestek siyasî mafên xwe biparêzin?

Komara Tirkiyê tenê bi konsepta ewlekarî û şerê bi Kurdan re li Rojhilata Navîn wê negihê ti derekê û heta îro jî nekiriye. Divê tifaqa Kurd û Tirkan hebe.

Divê Komara Tirkiyê bibe komarek demokratîk ku hemû nasname, mezheb, ol û etnîsîteyên xwe wek xwe qebûl bike û tifaqa Kurd-Tirk bi awayekî ku carek din neyê hejandin ji nû ve bê avakirin.

Li aliyekî vê jî elîtên siyasî yên ku Komara Tirkiyê birêve dibin; Siyasetmedarên komara Tirkiyê hene, AK Partî, CHP, MHP, li aliyê din gelê Kurd û siyasetmedarên Kurd hene.

Heger siyasetmedarên Kurd hem li Tirkiyê û hem jî di raya giştî ya cîhanê de nikaribin mafên xwe yên rewa, maqûl, însanî, wijdanî û îslamî biparêzin û nikaribin rêzekê deynin pêş, wê yên windaker hem Kurd û hem jî Komara Tirkiyê bin.

Ji ber ku eger Komara Tirkiyê bixwaze bibe hêzek herêmî, derkeve astek bilindtir, ji gelê xwe re aramiyê peyda bike û aştiyê pêk bîne, ji bilî vê komara nû ya demokratîk tu rêyek din namîne.

Ji bilî vê, divê polîtîkayên beşên marjînal, bi taybet komên ku girêdayî navendên Ewropî ne, yên ku di navbera Kurd û Tirkan de nakokî û dubendiyê çêdikin û dixwazin Kurdan wek serberan bi kar bînin, bi dawî bibe.

Ev êdî qediya. Ji vê zêdetir rê nemaye. Em hêvîdar in ku siyaseta demokratîk a Tirkiyê bi hêztir bibe û siyaseta demokratîk a Kurd jî di demek nêz de bi hêz bibe.

Ne bi nakokiya bi dewleta Tirk re, bi nîqaş û têkoşînê; Lê di dawiyê de, bi lihevkirinê rêyek nû hewce ye.

Independent

Back to top button