Siyaseta qirêj û bêdengiyek
Li Diyarbekirê platforma ciwanên BDPê yanî beşek ji PKKê di xwepêşandanekî de siyaseta PDKÊ ya li Rojavayê Kurdistanê li gora xwe protesto kirin.
PDPê di meşa xwe ji çerçoveya ehlaqê siyasî derketin li dijê serokê Kurdistanê û dijê PDKê nivîsên xirab nivîsîn û ew pankratên hekaretê dikin bilind kirin. PKK bi awayek eşkere PDKê ji bo kolandina xendeqan bi xiyanetê itham dike.
Herweha dema ku li Diyarbekirê ev çalakiya protestoyê çêbûyî, berpirsek yê YNKê Mele Bextiyar derket ser kanala televizyona Rûdawê û PDK bi kolandina xendeqan rexne kir. Da xuyakirin ku ev biryara PDKê ye ne ya hukumetê ye.
Li Bakurê Kurdistanê piraniya kesên layengerên PDKê û Barzanî gazindekî dikin û dêbêjin: “ Gelo ma ev siyaseta ku PKK û derdora PKKê li dijê PDKê rêve dibe nayê dîtin. Ma rojane di kanalên Televizyonên PKKê de hakaret li kesayeta Barzanî tê kirin nayê dîtin? Medya PKKê çi dike. Kêmasî pêwîste li dijê vê helwesta qirêj ya PKKê xelk bête agahdarî kirin. Divê hinek tişt bi rêya medyayê bêne zelal kirin.
Weneyê rûreşiyê
Li Diyarbekir meşa li dijê PDKê û pankratên hatîn rakirin rûreşiyek ya syaseta PKKê ye.Lê ji aliyek din jî aloziya PDKê û medya PDKê ye.
Her çalakiyek ya BDPê ji aliyê medya PDKê ve tê weşandin. Lê behsa van çelakiyên qirêj û li dijê PDKê nayê kirin ev yek jî dibe sedemê dilkeştiyekî di nava aligirên PDKê li Bakurê Kurdistanê.
Ji aliyek siyseta qirêj ji aliyek din bê dengiyek ku nayê tê gihandin.