Polîtîk

Siyaseta Bexda Kurdistanê berev serxwebûnê ve dibe

Hikûmeta Iraqê siyasetekî şaş li beramber Herêma Kurdistanê da peyrew dike, lê belê serkirdayetiya siyasiya Kurdistanê bi tu awayeke girêdayî Bexda nabê.

Siyasetmedar jî didin zanîn ku eger Hewlêr biryar bide nefta Herêma Kurdistanê bê firoştin wê demê tenê dû sal ew bire pare dest nakevê ku niha wekî beşa bûdceya Herêma Kurdistanê ji Bexda werdigre. Hemwelatiyên Herêma Kurdistanê jî piştgîriyê li siyaseta serkirdayetiya siyasiya Herêma xwe dikin, ji bilî wan guvaşên aboriya niha li ser malbatan dirust bûye.

Divê Hikûmeta Iraqê salane %17 ê beşa bûdçeya welat bişîne Herêma Kurdistanê bike. Li çend salên derbasbûyî de tu demek wê pareyê neşandiye, lê belê destpêka îsal ve siyaseta şaş ya Nûrî Malîkî gihiştiye asta birîna mûçeya karmendên Herêma Kurdistanê jî. Guman li wir da tûne ev hengavên Bexda bandorekî xerap li ser Herêma Kurdistanê dirust kiriye, lê belê Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê balkişandiye ku ev kêşe berdewam nabê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê wê kêşeyê çareserî dike.

Siyasetmedarên cîhanî jî rexne li vê siyaseta şaş ya Nûrî Malîkî digrin. Rechard Malenson jeopoletîkzanekî kompanya şêwirmendî ya Enerji Espekts e û ew dibêje siyaseta şaş ya Bexda dibê sedema wê yekê ku Kurd zêdetir hizra serxwebûnê bikin. Her wiha li vî derbarî de ji malpera The Christian Science Monitor ya Emerîkî re ragihand raste Bexda dikarêt guvaşeke mezina aborî li ser Herêma Kurdistanê dirust bike, lê belê her em guvaş dibê sedema wê yekê ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdetir hizra serxwebûnê bike.

Back to top button