Şivan Perwer jî di greva birçîbûnê de ye
Li bajarê Kurdistana Başûr li Hewlêrê, li pêşberî parlementoya Herêma Kurdistanê, hunermendê navdar Şivan Perwer dest bi greva birçîbûnê kir. Çalakiya greva birçîbûnê a Şivan Perwer, dike rojekê dewam bike. Perwer, bona ku dengê xwe bide dengê girtiyên li zindanên Tirkiyê yên di grevên birçîbûnê de ne vê çalakiyê pêk tîne. Ligel Şivan Perwer, gellek kesayetên naskirî, rewşenbîr û hunermend jî, li parka Samî Evdirrehman a li hemberî parlementoya Kurdistanê di greva birçîbûnê de ne.
Çalakiya Şivan Perwer îro danê sibê destpê kiriye. Bi çapemeniyê re axifî û diyar kir ku, “ez vê çalakiyê a sembolîk, bona ku nîşan bidin li ba çalakgerên di grevên birçîbûnê de ne ez pêk tînim.”
Şivan Perwer helwesta Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî rexne kir û wiha axifî: “Dibêje ‘bona ku em ji afirîner hez dikin, em ji yên hatine afirandin hez dikin’, Hewcehiya afirîner bi hezkirina yên hatine afirandin tine. Afirîner bixweze diafirîne û bixwaze dikuje. Lê yên hatine afirandin hewcehiya wan bi hezkirina hev heye… Girîngiya civakekê nirxên wê civakê ne. Nirxên civakî yên mirovahî ne. Ziman û çanda wê civakê ye. Gelê Kurd jî nirxekî ku Xwedê afirandiye ye. Nirxekî zimanê me yê gellekî dîrokî heye. Me ew zimana neafirandiye. Ku Xwedê çawa Erebî, Farisî, Tirkî afirandiye, zimanê me Kurdî jî Xwedê afirandiye. Ger ku nirxekî Xwedê afirandiye, ji aliyê mirovan ve tê astengkirin û qedexekirin, rasta zilmê tê, ew li hemberî Xwedê bêrêzi ye, li hemberî mirovahiyê zilm e. Li ser gelê Kurd zilmeke mezin heye.”
Ev çalakiya hunermend Şivan Perwer, bi berfirehî di çapemeniyê de cîhê xwe girtiye.