Sîstema bacê li Herêma Kurdistanê li çarçêweya yasaya reform û çaksaziyê da tê rêkxistin. Encûmena Wezîran guftûgoyê li ser mekanîzma rêkxistina wê kiriye û Wezaretên peywendîdar jî hatine raspartin ku mekanîzma taybet ya wê babetê diyar bikin.

Kemal Wertî Birêveberê Giştî yê Bac û Xanûbereya Mîrî dibêje: Me amadekarî kiriye ji bo hemwarkirina yasayên bac li Herêma Kurdistanê û kar li ser rêkxistina bacê jî tê kirin.

Sîstema Bac bi cûreyek tê rêkxistin ku ewên xwediyê dahatêne li Herêma Kurdistanê li gor wê qazanca ku bi destê wan dikevê bac li ser wan bê diyar kirin, rêkxistina sîstema bacê jî li Herêmê nayê wê wateyê ku Bac ji hemû kesekê tê wergirtin, belku ew kesên xwediyê dahatê ne ji wan tê wergirtin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: