Şirove û bersivên Serok Nêçîrvan Barzanî ya ji bo rojnamevanan

Di destpêkê de di axaftina xwe de got: “Em bi serdaneke fermî hatine Îmarat û Ebûdabî û di vê hevdîtinê de, helbet Doktor Mihemed jî zanibû ku em li vir in û em dawet kirin ku em bên vî cihî. Ez gelek spasiya vexwendina wî dikim. Ez kêfxweş im ku dibînim li vir li Ebûdabî, li Îmarat, cihek heye bi navê Kurdistan û bi navê Iraqê ku hûn çawa bikaribin baweriyê bi veberhênerên biyanî bikin ku bêne Kurdistanê. Ez bi temamî bawerim ku motora pêşketina her welatekî, kerta taybet e. Ji wê rojê ve ku me Desteya Veberhênanê ava kir, ez bi wê fikrê bûm ku divê derfet bê dayîn ji kerta taybet re ku rola xwe bibînin. Li her welatekî ku kerta taybet bikaribe rola xwe di avakirina wî welatî de bibîne, ew welat pêş dikeve. Li Kurdistanê zêdetir ji hemû welatên cîhanê, em pêwîstiyê bi wê ne ku kerta taybet a me li gel hikûmetê û dest bi dest, bi alîkariya Xwedê, em bikaribin avadaniyeke zêdetir ji bo Kurdistanê pêk bînin. Bêguman, eger mirov li rewşa Kurdistanê binere ji wê demê ve ku Desteya Veberhênanê hatiye avakirin û heya niha, em dibînin ku bi rastî pêşketineke baş hatiye bidestxistin û nabe em wan pêşketinên ku hatine bidestxistin kêm bizanin, lê ev pêşketin bi dest nediketin eger kerta taybet ne li gel hikûmetê bûya. Ez dixwazim silaveke germ li hemû veberhênerên kerta taybet a Herêma Kurdistanê bikim ku bi rastî rola wan di pêşketina Kurdistanê de hebûye û bi alîkariya Xwedê, tiştê ku me heye, dilxwaziyên me yên mezintir hene ku ev pêşketin zêdetir bin. Ez hêvîdar im ku bi karên ku hûn dikin li Desteya Veberhênanê Kek Doktor Mihemed bi alîkariya Xwedê hûn serfiraz bin û em şahidê wê bin ku hem veberhênerên xwecihî yên me zêdetir veberhênanê bikin, hem jî ji derve hûn karekî wisa bikin ku bikaribin bêne nava Herêma Kurdistanê, û ji Herêma Kurdistanê jî wek pireke ji bo hemû Iraqê, karibin sûdê jê werbigrin.
Bêguman ji bo her veberhênerek ku bê welatekî, du-sê tişt pêwîstin. Yekem, divê qanûn gelek zelal bin û gelek caran me behsa wê yekê dikir ku divê muamele bi awayekî zû biçe. Ez bawer dikim ku di vî warî de jî we karê baş kiriye, bi rastî ya ku ez dibînim bi hevahengî bi Wezareta Şaredariyê û Wezareta Çandiniyê, pêşketin di vî warî de niha heye. Duyem, eger pirsgirêkek çêbû û nakokiyek çêbû, çawa bikaribin çareser bikin û li dadgehan çareser bikin. Ez bawer dikim niha dadgeheke bazirganî jî ji bo van tiştan hatiye avakirin, yanî du tiştên sereke hatine avakirin. Ya sêyem pirsa bankan e, beşek ji wê di destê Herêma Kurdistanê de ye, lê beşekî zêdetir divê bi hevkarî bi Bexdayê re bi alîkariya Xwedê çareser bibe. Yanî eger ev hemû tişt hebin, rewşeke gelek baş tê afirandin ku veberhêner bikaribin bi aramî veberhênanê li welatê xwe bikin. Bi alîkariya Xwedê, bila Kurdistan her ava be bi piştgiriya we û bi veberhênanên zêdetir ên we li vî welatî û Iraqê, her wisa ji bo we hemûyan xweşiyê dixwazim û dîsa gelek spas ji bo vê vexwendinê.”
Paşê di bersiva pirsa rojnamevanan ya di derbarê pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û şandina petrolê ya Herêma Kurdistanê, Serok Nêçîrvan Barzanî got: “Guftûgoyek ciddî di navbera me û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de heye. Hûn bi xwe dizanin di vê demê de hin bîhnvedan û cejn hebûn û paşê cejna Newroz û Remezanê jî têkilhev bûn, min wisa bawer dikir ku ev sedemên sereke bûn ku heya niha dereng ketiye, lê ez bawer dikim ku em li ser rêyeke rast diçin ku em bikaribin hikûmetê pêk bînin. Di derbarê pirsa petrolê, hin pirsgirêkên teknîkî hene bi rastî, lê wekî Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hemû amadehî heye ku di zûtirîn dem de petrol ji rêya boriyê ve, bê şandin.”
Di derbarê bandora pirsgirêkên herêmê li ser Iraqê jî, birêz Serokê Herêma Kurdistanê eşkere kir: “Tişta girîng ew e ku Bexda û bi taybetî Serokwezîr birêz Sûdanî û Iraq, hemû kar kirine heya niha ku nehêlin Iraq bikeve nav wê zivirokê û bi xwe ev karê ku hatiye kirin û nehêlane ku Iraq bibe beşek ji pirsgirêkê, karekî gelek mezin kirine. Pirsgirêkên Iraqê bi xwe gelek in, lewma bi tu awayî nabê ku Iraq bê kişandin di nava her pirsgirêkekê li herêmê. Tişta ku ez niha li Bexdayê dibînim, siyaseta Serokwezîrê Iraqê ew e ku nehêlin ew agir bigihêje Iraqê.”
Her di derbarê pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û ihtîmala pêkanîna wê ya piştî meha heftan an piştî hilbijartinên Parlementoya Iraqê, Serok Nêçîrvan Barzanî ragihand: “Danûstandinên me ji bo wê ne ku di zûtirîn demê de hikûmet bê pêkanîn, lê tu dîtin û niyetek nîne ku bikeve piştî hilbijartinên Parlementoya Iraqê, ev ne di nav Partiyê de heye û ne jî di nava Yekîtiyê de heye. Ka em binêrin ev guftugo bi alîkariya Xwedê di zûtirîn demê de dê dest pê bikin û kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi alîkariya Xwedê dê bê pêkanîn.”
Di derbarê têkiliyên aborî yên Herêma Kurdistanê û Îmaratê û rengdana wê têkiliyê di civîna duhî ya cenabê wan bi birêz Serokê Îmaratê re, Serok Nêçîrvan Barzanî got: “Pirseke dirust e, ya ku ez dibînim û bi taybetî dîtina cenabê wan, duhî civîneke gelek dirêj a me hebû bi cenabê Şêx Mihemed bin Zayed Serokê Îmaratê re. Tişta ku ez dikarim bibêjim ew e ku Îmarat bi awayekî gelek ciddî û dilsozî hewl dide ku rêya veberhênanê ji bo Herêma Kurdistanê hebe. Her di vê çarçoveyê de, xebitîn yan belkî di demeke kurt de dê yekî diyar bikin, şandeyê taybet ê xwe ji bo veberhênanê taybet ji bo Herêma Kurdistanê, ev jî gaveke gelek mezin e ber bi pêş ve, niha li ser dixebitin wek fikreke, belkî di demeke gelek nêzîk de bi awayekî fermî bê ragihandin. Bi xwe ev gava ku Îmarat dixwaze pêk bîne, nîşaneyeke mezin e ku Îmarat dixwaze veberhênanê li Kurdistanê û ji rêya Kurdistanê ve li hemû Iraqê bike. Niha danûstandina bazirganiyê di navbera Îmarat û Iraqê de bi awayekî giştî di derdora sih milyar dolar e bi tevahî, beşek jî ji wê sih milyar dolaran bi Herêma Kurdistanê re ye, lê xweziya me li Herêma Kurdistanê ew e ku ev karê îro ku we jî kerem kiriye û Desteya Veberhênanê rêkxistiye, ji bo Îmaratê jî nîşaneya wê ye ku hûn dixwazin veberhênerên Îmaratî zêdetir bêne Kurdistanê û veberhênanê bikin. Gelek spas.”