Kultur

Şirnexî keştiya Nûh dixwazin

Ew keştiya ku li filma Nuh: Tofana Mezin ku Russell Crowe lîstikvaniya wê ya serekî dikir, bala Şirnexiyan kişand û ew hewl didin wê keştiya ku li wê fîlmê de hatibû bikaranîn bînin Şirnexê û li parka neteweyî de wekî peykerek bikarbînin û pêşana xelkê bidin.

Serokê Komeleya Geştuguzarî û Çandî ya bajarê Şirnexê daye zanîn ku ew hewldaneke berfireh didin ku wê keştiyê bînin Şirnexê û her wiha parêzgerê Şirnexê jî alîkariya vê projeyê kiriye û ji bo anîna keştiyê jî danustandinên wan li gel berpirsên wê fîlmê destpêkiriye.

Back to top button