Sinorê Kurdistanê kifşe
Gelek caran aliyên siyasî di tevgera kurd de pirsa çareseriya kurdan gotubêj dikin. Her partiyek yan jî aliyek siyasî di bernama xwe de doza çareseriyekî dike. Hinek alî jî serxwebûna Kurdistanê mafek siruştî yê miletê kurd dizanin.
Ez bawer nakim ku kesek kurd, eger doza Kurdistanek serbixwe jî neke ne li dijê serxwebûna Kurdistanêye.
Herweha di dilê her insanek kurd de damezirandina dewletek serbixwe ya Kurdistanê heye. Yanî nexwaziya Kurdistanek serbixwe û dij derketina Kurdistanek serbixwe du tiştên cudane.
PKK û derdora xwe li dijê dewletbûna Kurdane û dema li Başûrê Kurdistanê behsa ragihandina dewletek Kurdî tê kirin berpirsên PKKê ji berî dewletên ku Kurdistan dabeş kirine li dijê ragihandina Kurdistanê derdikevin.
Ez baş dizanim ku di nava PKKê de derdora PKKê ciwan bingehê PKK beşek mezin ne li dijê serxwebûna Kurdistanêne. Lê desthilata PKKê îdeolijiya fermî ya PKK li dijê destkeftiyên netewî yê miletê kurd de. Dijê serxwebûna dewletek Kurdistanê ye. Ev yek bi xwe armanca bingehîn ya damezirandina PKKê dide xuyakirin.
PKK di destpêkê de dijwarî serxwebûna Kurdistanê diparasta.Dema bû girsehî, rûyê xwe yê rast derxit holê. Gelo li himber vê yekê vê helwesta dijê xeta netewî, binheha PKKê çi difikire? Belkî bersiva vê pirsê gelek bi kûrahî şirovekirina siyaseta PKKê bi xwe ye.
Ji berî çend rojekî du berpirsên PKKê li Ewropa Zuber Aydar û Remzî Kartal di derbarê ragihandina dewletek kurdî de dîtinê xwe ji medya Tirk re dibêjin. Herdu berpirsên PKKê li gora akilê xwe serokê Kurdistanê rexne dikin.
Wek tê zanîn di vê dema dawî de serokê Kurdistanê di gelek minasebetan de behsa ragihandina dewletek Kurdî dike û herweha argumantên vê yekê jî bi raya giştîre parvedike.
Kartal û Aydar li ser ragihandina dewletek Kurdî serokê Kurdistanê rexne dikin û dibêjin: “ Em dijî çareseriya Barzanî ne û eve dijî Kurdane. Kurdistaneke biçûk dibe ku dilê hinekan xweş bike lê belê, eve çareseriya pirsa gelê me yê Kurd nake. Tu rabî sê bajaran bistînî bibêjî eve min Kurdistan damezrand, eve çênabe. Dibe ku weku hest çêbibe lê çênabe. Binêrin Iraqê Ereb û Kurd tenişta hev û pêkve dijîn, li Suriyê li gel Ereb, Ermenî û Êzdî û Çerkesan pêkve dijîn. Li Îranê li gel Faris û Ezeriyan pêkve dijîn, li Tirkiyê hun dizanin, em hemû pêkve û li nav hev de dijîn. Çima tu sînoran çêdikî, tuyê sînoran bêxî kuderê?“
Niha mirov nizanê li ser vê gotinê mirov bikene yan bigirî. Eger encama rijandina xwîna bi hezaran ciwanên kurd ev gotina van herdu kesan be, dê mirov çi bêje?
Ji aliyek din li himber van gotinên dijê xeta netewî mirov nabê bê deng jî bimîne. Gotinek kurdî heye dibêje: “ Dê werê vî kerî li vî borî re derbas bike“
Belkî jî bersiva herî di cihde ji bo vê daxuyaniyê ev be.
26.4.2014
Dara Bilek