Sinorê bê ehlaqiyê derbas kirin
PKK û alîgirên wê li Almanya bajarê Kolnê ji bo Tirkiye ji Efrînê derkeve xwepêşandanek li darxistin. Di aliyê siyasî de dema mirov vê xwepêşadanê binirxîne gelek tişt hene ku mirov bêje. PKK siyaseta xwe ya Suriye û rojavayê Kurdistanê îflas kiriye û ji bo vê yekê veşêre her tiştekî dike. Hewldide ku hinek aliyên siyasî li Kurdistanê bike sedema pîsatiya ku ketin di nav de. Dixwazin ji xwe re sedemên vale peyda bikin. PKKê di heman siyaset di dema şerê li dijê DAÎŞê de jî li dijê PDKê û serok Barzanî bi karanî.
Gelek xwepêşandanên PKKê di wê deme de dikiran , weneyên Erdogan, Mesud Barzanî û DAIŞê bi hevre belav dikiran û Barzani bi hevaltiya wan itham dikiran. Îro cardin ev PKK bi xwe ye ku, li Kolnê heman pîsatiyê dike.
Li Kolnê weneyên Erdogan, yê cenabê serok û serokê herêma Kurdistanê yê hilbijartî Nêçîrvan Barzanî bi hevre belav dikin û ithamên xirab li derê ehêaqî siyasî dikin.
PKK li Kolnê vê yekê dike, mirov merak dike ; gelo rewrisma sundxwarina serokê herêma Kurdistanê de, dê nînerên PKK/HDPê bi çi rûyî li xelkê binêrin. Di siyasetê de dema ehlaqê siyasî û mirovatî têk here her tişt tê gotin û kirin.
PKK eve helwesta wan kifşe, lê gelo ewên ku dibin dûvikên wan dê çi bêjin. Tenê mirov mereq dike, gelo dê ew Partiyên ku xwe dost, bira û hevalên PDKê dibînin û di hilbijartinên herêmî de pê li hemû normên etika siyasê kirin û ketin di bin sêwana HDPê de, dê li himber vê helwesta qirêja PKK çi bêjin? Eger bê deng bimînin dibin şirîkê wê tawana ku li Kolnê hatî kirin.
Ji aliyek din ve, dive di vê derbarê de, PDK bi xwe jî siyaseta xwe ya li himber PKKê û derdora wê berçavre derbas bike û siyasetek nûjen di vê derbarê de eşkere bike.
PKK di roja me de astenga herî mezine di rêya destxistina mafê rewa yê gelê Kurdistanê de ye. Heta ev yek baş neyê dîtin û xwendin dê rastî her winda be.