Polîtîk

Sinorê Başûr û Rojava ji bo demekî tê vekirin

Sibe deriyê sinor di navbera Kurdistana Başûr û Rojava de ji bo demekî tê vekirin. Wek tê zanîn herdu hevserokên PYD Muslim Salih û Sinem eve demeke li Hewlêrin.

Hevserokên PYDê li Hewlêr hevdîtina dikin.

Agahdariya herî dawî gihatî destê Rojeva Kurd hinek civînên taybet di nava Kurdên Rojava de pêktên û herweha siniro jî ji bo van civînan dê bête vekirin. Lê heta li hevhatinek bingehîn pêknewê derî bi temamî nayê vekirin.

Eve demek bû ji Başûr kesên xwendavan û nexweş dikarina derbas bibin. Ji Rojhilat jî nexweş bi iznek taybet ji bo dermankirinê derbasê Başûr dibûna.

Herweha li Gora gahdariya ketî destê Rojevakurd de dê civînek taybet di navbera PDKS û PYDê de pêkwerê û dê ev civîn di bin çavderiya berpirsên Kurdistanê de çêbibe.

 

 

Back to top button