Frakisyona PDKê di Parlemantoya Kurdistanê de bi helkefta duyemîn salvegera jenosîda Şingalê de ragihand ku Şingal mînaka mezlûmiyet û qurbanîdan û fîdekariya kurdan e û bo man û avêtina pêngavan ber bi paşerojeke geş, Şingal sembola xweragiriya kurdan e, ku ti bahozek nikare wê bişkîne. Şingal tevî wan hemû êrişan, niha azad e û wek hercar bi ser bilindî li paşeroja xwe dinere.Frakisyona PDKê di Parlemantoya Kurdistanê de bi helkefta duyemîn salvegera jenosîda Şingalê de peyamek belav kir û tê de ragihand ku Pêrar terorîstên DAIŞê êriş kirin ser navçeya Şingalê û dagîr kirin û jenosîd bi xelkê Şingalê çêkirin û vê yekê birînek mezin di canê xelkê Şingalê û Kurdistanê de çêkir. Şingal ji ber kurdbûna xelkê xwe û Kurdistanîbûna wê navçeyê çendîn car rastî êriş û karesatan hatiye, lê xelkê wê her wek Çiyayê Şingalê mane û bi serbilindî bergirî li nasnameya xwe kirine.Frakisyona PDKê ragihand ku Şingal mînaka mezlûmiyet û qurbanîdan û fîdekariya kurdan e û bo man û avêtina pêngavan ber bi paşerojeke geş, Şingal sembola xweragiriya kurdan e, ku ti bahozek nikare wê bişkîne. Şingal tevî wan hemû êrişan, niha azad e û wek hercar bi ser bilindî li paşeroja xwe dinere.Frakisyona PDKê ragihand, em wek hercar nûneratiya Şingalê dikin, di paşerojê de bo dermankirina wê birîna mezin, emê bo Şingalê çi ji destê me bê, emê bikin û wek biryara Serok Barzanî jî piştevaniya wan hewlan bikin ku bo biparêzgehbûna Şingalê tên dan û bo bijînosîdnaskirina karesata Şingalê.
Pêş
26/06/2025
Çanda neyekrêzî û hevdu neqebûlkirinê!!!
26/06/2025
Ocalan vegera serkaniya xwe, bila kesek xwe nexapîne..!
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Rêveberên Xayîn û Dîrok23/06/2025