Kultur

Sînemxan Bedirxan xelata Netewî ya Fransî werdigre

Li gor nûçeyeke rojnameya El Ahalî Lîberaliya Iraqî Sînemxan Celadet Ali Bedirxan hêjayî wergirtina xelata netewî ya dewleta Fransa légion d’honneur (Lejyon Denor) hate destnîşan kirin.

Bedirxan li navbera 75 kesayetiyên cîhanî de ji aliyê François Hollande Serok Komarê Fransa ve bi fermaneke 18.06.2013 ku hatiye îmzakirin hêjayî wergirtina xelata netewî ya Fransa Lejyon Denor ya beşa Şovalye hatiye destnîşankirin.

Sînemxan Celadet Ali Bedirxan yekemîn Kurde ku ji bo wergirtina vê xelatê hatiye destnîşankirin. Sînemxan keça Mîr Celadet Ali Bedirxan (Damezrînerê alfabeya Kurdî ya latînî) û Rewşen Bedirxane û hevjîna nivîskar û ronakbîrê Kurd Selah Sadallahe.

Xelata Lejyon Denor xelateke netewî ya Fransî ye ku yekemcar li sala 19.05.1802 ji aliyê Napoleon Bonaparte ve hatiye danîn ku wê demê ew Konsolê yekê yê Komara Fransa bû. Lejyon Denor xelata herî bilinde li dewleta Fransa û ji pênç beşan pêkhatiye ku ew jî beşa Şovalye, Serbazî, Fermandarî, Fermandariya Mezin û ji Xaça Mezin e.     

Hêjayî gotinêye ku xelat wê di demeke nêzîk de ji aliyê keseke ku wê xelatê wergirtî ve pêşkêşî Sînemxan Bedirxan bê kirin.

Back to top button