Cîhan

Şîe milîsên çekdar amade dikin

Li ser banga serokê Şîa Mukteda Sadr, îro li Bexdayê û hinek bajarên din xwepêşandanên xelkê çêbûn.

Wek tê zanîn Mukteda Sadr serokê partiyek ya Şîa ya bi navê Ahrar e. Sadir ji berî demekî ji bo helwesta li dijê Malikî dabû xuyakirin ku ji dev siyasetê berdaye. Sadir seroketiya beşek radikal yê Şîa dike.

Salên 2006/ 2008ê hêzek xwedî hêzek leşkerî bi navê hêzên Mehdî bû.

Têkiliyên Sadir li gel herêma Kurdistanê başin û gelek cara li dijê Malikî li gel Kurdan cih girtiye.

Lê bi vê bangê jî da xuyakirin ku hêja xwedî hêzek mezin e.

Sadir di malpera xwe ya fermî de da xuyakirin ku, ew rê nadin ku kesek bi terorê Iraqê têkbibe û bike kavil.

Dixweyê cardin di nav Şîa de hêza sadir dê berbiçav be.

Back to top button