Sibê roja Evînê (Valentine) ye
Hemû salê 14 şûbatê wekî roja Valentine an ku roja evînî û xweşdiviyê tê pîroz kirin. Li vê rojê da evîndar evîna xwe derdibrin û ev derbirîn jî bi awayê diyarî pêşkêşkirin yan şandina peyam û kartên evîniyê û gulan tê pîrozkirin.
Her çende ev roja cejnê cejnekî rojavayiye, lê belê li gelek welatên cîhanê ev cejin tê pîrozkirin.
Hinek welatên îslamî valentine wekî cejnekî qedexe tê zanîn û li vê rojê cejinkirin li gor yasayên wan qedeye. Welatê Erebîstanê firoştina her tiştekî peywendîdar bi valentine li vê rojê da qedexeye û polîsên vî welatî rêgiriyê li firoştina her diyariyeke evîndariyê wekî gulê sor digrin.
Ev roj yekemîn car ji aliyê Dêra Katolikiya Roma ve wekî cejin hatiye pîrozkirin û vê rojê diyariya Qeşe Valentine kirine û ji ber wê yekê jî ev cejin bi vê navê tê binavkirin. Wateya Valentine jî tê wateya evîndar an ku kesê tê hezkirin û hez dike.