SHK Xelkê Kurdistanê hez ji ÎBO dike
Bi mixabinî pêr (13.03.2011) şev stranbêjê navdar Îbrahîm Tatlises ji aliyê çend çekdareke nenas ve li navçeya Şîşlî ya bajarê Stenbolê êrîş kirine ser û bi sextî hatiye birîndar kirin ku eve jî cihê dilgiraniya me ye.
Tatlises hunermendekî mezine û xizmeteke mezin hunera Tirkî û Kurdî kiriye û herdem ciheke xwe yê bi hûrmet li cem xelkê Herêma Kurdistanê hebûye û gelek jî tê hez kirin.
Li gor wan nûçeyên ku li medyayên Tirkî da dihêne belavkirin, balê dikşînin li ser wê yekê ku qaşo êrîşker xelkê Herêma Kurdistanê ne û ji ber ku li vir karê bînasaziyê li Herêmê encam dide û bi sedema pirseke darayiyê ve ji aliyê şirîkên xwe ve bûye armanca vê êrîşê.
Em ji bo hemû aliyek tekez li wê yekê dikîn ku her çende girêdana vê rûdawê ya bi Herêma Kurdistanê ve nêrîneke bi lez û lawaze, lê belê eger wiha jî bê, tu kes ji yasa xelas nabê û helbet dê bigihe sizayê adîlaneya xwe.
Nivîsîngeha
Serokê Herêma Kurdistanê
15/03/2011