Polîtîk

PDK û YNK digel Goranê danûstandin dikin

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) komîteyek pêk tînin ji bo encamdana danûstanan digel Tevgera Goranê.

Peyvdarê fermî yê polîtburoya YNKê Azad Cundiyanî, îro, ji AKnewsê re ragihand, “Ji bo behskirina rewşa siyasî ya herêma Kurdistanê û aramkirina rewşa ku niha heye, PDK û YNKê amade ne digel hemû partiyên siyasî û di nav de jî Goran gotûbêjan bike.”

Cundiyanî got jî, “Piştî ku serokê Tevgera Goranê Newşêrwan Mistefa bi aşkereyî ragihand ku ew amade ne ji bo encamdana civîneke sêalî, em jî wek PDKê û YNKê ji bo sazkirina wê civînê amadene, pêdiviya me bi avakirina komîteyekê heye ji bo diyarkirina programeke hevpar.”

Cundiyanî xuya kir ku bi sedema hebûna rêkeftina stratejîk navbera PDK û YNKê, dê komîteyeke hevpar navbera herdu aliyan pêk be û yek program jî dê bo lidarxistin wê civînê hebe, eger Goranê jî amade be dê di heyama çend rojên pêş de ew civîn bê sazkirin.

Berî niha kargêrê polîtburoya YNKê Mela Bextiyar ji “Kurdistan TV” re gotibû ku PDK û YNKê bi niyzain tev Goranê rûnin û komîteyeke ji 4 kesan bo vê mebestê hatiye pêkanîn.

Ji bal xwe ve, peyvdarê fermî yê Tevgera Goranê Mihemed Tewfîq Rehîm ji AKnewsê re daxuyand, “Heta niha em li ser encamdana ti civînekê digel PDK û YNKê nehatine haydarkirin.”

Duhî, serokê Goranê Newşêrwan Mistefa di hevpeyvînekê de digel kenala KNNê amadehiya tevgera xwe ji bo rûniştina bê şert û merc digel YNK û PDKê nîşan da.

Heyameke, ji ber xwepêşandanên ku li bajarê Silêmaniyê tên lidarxistin, aloziyek navbera partiyên dijberiyê bi taybet Goran û herdu partiyên desthilatdar li herêma Kurdistanê (PDK û YNK) derketiye, dijberiyê hewl dabû li Parlamentoya Kurdistanê baweriyê ji hikûmeta herêmê bistîne, lê ev yek bi piraniya dengên parlamenteran hat redkirin.

Back to top button