Polîtîk

SHK: Terorîstên Daîş dê bigihin sizayên xwe yên adîlane

Doh li hinek çavkaniyên ragihandinê de, çend nûçe û girteyên vîdeoyî di derbarê şehîdkirina hejmarek Pêşmergeyên bi dîlgirtî ji aliyê rêxistina terorîstî ya Da’îş ve hatin belav kirin.Ji bilî wê yekê ku heta niha rastiya nûçeyê nehatiye piştrast kirin û dûvdaçûn û lêkolîn berdewame ji aliyê saziyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê ji bo wergirtina zanyariyên dirust li ser vê babetê, lê belê encamdana vê cûre kirdarên nemirovane ji aliyê terorîstên Da’îş ve tê pêşbînîkirin, û berê jî mînakên van tawanan hebûye.Xelkê Kurdistanê dilniya dikin ku terorîstên Da’îş û hemû ewên ku destê wan li encamdana vê tawanana dijî bi Pêşmerge û dîlên Kurdistanê de heye, ji sizaya adîlaneya gelê Kurdistanê rizgar nabin.Serokayetiya Herêma Kurdistanê01/10/2015

Back to top button