Polîtîk

SHK piştevaniya xwe ji bo Kurdên Êzdî dûpat dike

Piştî wê yekê ku li dawiya heftiya derbasbûyî de li navçeya Rebî’e ya ser bi parêzgeha Mûsilê, çar hemwelatiyên Kurdên Êzdî bi destê çepelê terorîstan hatin şehîd kirin, heta niha sedan malbatên Kurdên Êzdî ji bo parastina canê xwe cihên karê xwe bi cîh hiştine û serî li wan navçeyan dikin ku ji aliyê Pêşmergeyên Kurdistanê ve asayîşa wan hatiye dabîn kirin.

Neçarkirina Kurdên Êzdî ji bo bi cîh hiştina navçeyên Rebî’e planekî tirsnokaneya dina terorîstane û li encama reqbûna dijminên aştî û pêkvejiyanê ye.

Em gelek bi tundî wan tawanên dijî xuşk û birayên Kurdên Êzdî têne encam dan şermezar dikin. Pêwîste Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû piştgîrî û hevkariyek ji bo wan azîzan dabîn bike.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê

12.05.2014

Back to top button