SHK li gel sê Serokayetiyên Kurdistanê civînek saz dike

Daxuyaniya Serokayetiya Herêma Kurdistanê ya di derbarê rewşa Darayî

Di derbarê yasaya pirkirina kurtanîna darayî ku îro pênçşem 12/11/2020 li Encumena Nûnerên Iraqê bi zorîne û bi bêyî berçav girtina prensîpên hevbeşî û lihevkirin û hevsengî û bêyî guhdana serinc û têbînî û pêşniyarên Nûnerên Herêma Kurdistanê hate derbaskirin, destxweşiyê li hemû fraksiyonên Kurdistanî û nûnerên birêzên Herêma Kurdistanê dikîn ku ji bo dakokîkirina li maf û hêjayiyên gelê Kurdistanê yek helwest bûn.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê bi dilgiranî û gelek bi girîngiyê ve vê babetê dinêre û hemû hewlên dixe holê ku parêzgeriyê li maf û hêjayiyên xelkê Kurdistanê, ya ji bo vê mebestê û bi navê yek helwestiya aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê da li ser vê pirsê, civîna her sê Serokayetiyên Herêma Kurdistanê û aliyên peywendîdar û Nûnerên Herêma Kurdistanê li Hikûmeta Federal û Encumena Nûneran tê saz kirin.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê

12/11/2020

Nerîna min :