SHK: Barzanî lêborîna taybetî dernexistiye

Li van çend rojên derbasbûyî de hinek ji kanalên ragihandinê nûçeyek belavkirine ku qaşo Dana Ehmed Mecîd Parêzgerê berê yê Silêmanî bi lêborîna Serokê Herêma Kurdistanê hatiye azad kirin. Em wekî Birêveberiya Giştî ya Karubarê Yasayî ya Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê radigihînîn:

Doza azadkirina Dana Ehmed Mecîd Parêzgerê berê yê Silêmanî tu peywendiyekî bi birêz Serokê Herêma Kurdistanê ve tûne, ji ber wê yekê cenabê wî li gor yasaya Serokayetiya Herêma Kurdistanê desthilata derxistina lêborîna taybetî heye neku giştî, tu lêborînekî taybet jî di derbarê bi doza navhatî ve ji aliyê cenabê wî ve nehatiye derxistin.

Birêveberiya Giştî ya Karubarê Yasayî 

li Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê

08/04/2014

Nerîna min :