Şewata Diyarbekir û Mêrdînê

Şewata li navbera Diyarbekir û Mêrdînê de çêbûyî zererek mezin da herêmş ê heta wek vê gavê 12 kesî jiyana xwe ji dest daye 78 kes birîndarin û birîna 5 kesan jî giran e. Di derbarê ûewatê de gelek gotin têne gerandin. Berpirsên dewletş agahiyan didin,muxalefet behsa ihmala berpirsşn dewletş dikin. Heta hinek alî dibêjin ku, ev şewat bi zanebên hatiye kirin .
Bê guman her bûyerekî de gelek ihmalkarî hene, Ihmalkariya mezin di demê dirûna dexlê de gerek her kesek gelek bi hesaî tevbigere, ji ,irûska ji cixareyekî bigre her awayê bê ketina girekî dikare bibe xeteriyek mezin.
Gelek kes dibêjin ku ev şewat ji bo pirsa elektrikê derketiye û ji bo vê jî kompanya Dicle Elektrik tawanbar e. Parelemnterê CHPê yê Diyarbekirê Sezgîn Tanrikulu daxûyaniyek da û got:
Gumanbarên asayî yên bi van cureyên şewatê hene; yek ji wan jî DEDAŞ( Dicle Elektrok) e. Ji ber ku xebatên tamîrkirin û binesaziya xetên veguheztina elektrîkê bi têra xwe nayên kirin, bi taybetî di van demsalan de ji ber xetên elektrîkê şewat derdikeve.
DEDAŞ her tim ji aliyê rayedarên dewletê ve tê parastin. Îdiaya ku şewat ji ber xetên veguheztina elektrîkê derketiye, divê ji aliyê Serdozgeriya Komarê û rayedarên mafdar ve bi awayekî bi bandor û zelal bê lêkolînkirin. Parastina edlî ya li ser DEDAŞ’ê rakin.
Ji aliyek din ve cîgirê wezîrê navxwe Munir Karaloglu tevlî spartina axş ya termên hinek kesên ku di bêyerê de jiyana xwe ji dest dayin bû. Piştre karaloglu di derbarê karaseta ûewatê de ahagdarî da ê got:
Di vê şewata mezin a ku duh rû da, li Amedê 8 hezar û 100 dekar erd zirar dît. Ji vê 1450 dekar zeviyên ceh û genim ên nedirûtîbûn. 6 hezar û 550 dekarê mayî jî ji zeviyên ku hatibûn dirûtin bûn. Li Mêrdînê 7 hezar dekar erd ji ber şewatê zerer dît. Ji van 4 hezar dekar zeviyên ku hatibûn dirûtin û 3 hezar dekar jî zeviyên ku şewitîn ne dirûtûrûtîbûn. Her wiha alavên avdanê, lûle û binesaziya elektrîkê ya welatiyên me yên li zeviyê jî xisar dîtin. Tesbîtkirina ziyanan îro bi rêya Midûriyeta me ya Çandinî û Daristanan a Parêzgeha me dest pê kir. Niha jî lêkolînên zerar û ziyanên welatiyên me berdewam dikin. Her wiha xisar li pênûsa welatiyekî me û zîyana yekî din jî ket. Di şewatê de 556 ajalên biçûk telef bûn.
Dirastiya xwe de ev karaseta şewatê bi encama ihmalkariyê kî derketiye, di vê derbarê de kêmasî gelekin. Lê gerek pirsgirêkan bi vî awayî,yanî li ser êş û elema xelkş siyaset neye kirin. Kî bike û bûyerên bi vî awayî ji bo siyaseta xwe bike malzeme bawerin xeletiya mezin li himber vî miletî dikin.
Elbet divê behsa ihmalkariya dezgehên hukumî bê kirin, mirov hewlbide kêmasiyên wan tesbît bike û vê yekê ji raya Giştire eşkere bike. Ev tişteke. Lê ji derveyê vî karaseta mezin daxûyaniyên bê mesûliyet bide û agirekî ni gur bike ev xelet e û xûsarê dide herkesekî.
Gerek ji bo karasetek din bi vî awayî neyê jiyandin pêwîste tedbîr bêne girtin. Bila serê kesû karên kesên jiyana xwe ji dest dayî saxbe, rehmeta Xwedî li miryan be.