Nivîsar

Şeva tarî ji êvarî kifşe…

Amerika biryara vekişandina hêzên xwe ji Suriye da û destpêkir ku hêzên xwe ji deverê dertêxe. Li gora daxûyaniyan heta 3 mehan vekişandina Amerikayê ji Suriye temam dibe.

Di rastiya xwe de vekişandina Amerikayê de helwesta PKK/PYDê rolek berbiçav leyizt. Amerika dixwest ku navbera hêzên Pêşmegeyên Roj û YPGê de hemahengiyek pêkwerê û hewlda van herdu hêzan di cihekî de bighînê hevûdin. Ji bo vê yekê jî Amerika dirêjahî xebat kir, di encam de biryar dan ku hêzek ya Pêşmergeyên Roj derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe û li gel YPGê hevdîtina bikin da ku bigihin encamekî.

Lê mixabin di hevdîtinê de YPGê daxwaz kirin ku Pêşmergeyên Roj Ala Kurdistanê û remza Pêşmergeyên Roj li ser cil û bergên xwe yên leşkerî rakin. Û armayên HSD deynin. Lê Pêşmergeyên Roj ev yek qebûl nekirin û di encam de vegeriyan Başûrê Kurdistanê. Ev hemû di çavderiya Amerikayê de çêbû.

Bê guman sedema ku PYD naxwaze pêşmergeyên Roj vegerê Kurdistana Rojava kifşe, ew di rastiyê de heyîna Pêşmergeyên Roj li deverê, dawiya xwe dibînin.

Berpirsên Amerîkî gelek cara dane xûyakirin ku pêwendiyê wan li gel HSD tektîkîne û ew tênê ji bo şerê li dijê DAÎŞê li gel wan pêwendiyan datînin. Lê mixabin PYDê nexwest vê yekê bibîne û her siyaseta xwe ya xwemalî ku girêdayê PKKê berdewam kir. Armancek din ya serekê ya Amerika ew bû ku, PYDê ji PKKê cuda bike , lê PYDê bi israr li dijê vê derket û nexwest vê daxwaziya Amerikayê bi cih bîne. Eger PYDê ev yek bikira û li gel aliyên din yên Kurdistanê hevkariyek pêkanibûya dê bi awayekî mafê kurda li Rojavayê Kurdistanê misoger bibûya.

Lê eşkere bû ku armanca PKK/PYD li Suriye û Rojavayê Kurdistanê ne misogerkirina mafê Kurdaye.

Ji berî niha tecrûba Efrinê çêbû. Dema Tirkiye êrîşê Efrînê kir, helwesta Rusya û Amerika xûya bû, HSD hewara xwe gihandin rejima Suriye lê wan jî bersiva HSD nedan. Di encam de karasata Efrînê çêbû.

Niha jî heman xeter ji bo hinek deverên Kurdistana Rojava heye. Lê pirsek din heye ku divê wek cografî herema Kurdistana Rojava û rojhilatê Firatê ji hev bê cuda kirin. Rojhilatê Firatê ne Kurdistane. Parastina wê deverê ne karê kurdaye. Ji xwe bi hezaran ciwanên kurd li van deveran ji bo daxwaziya aliyên din hatin şehîd kirin.

Niha jî PKK/PYD li serê xwe siwar bû , hemû pêşniyarên Amerika red kirin, Amerika ev biryar da . Vedikişe. Niha rê li ber êrîşa Tirkiye hesanîtir bû. HSD nikare rojhilatê Firatê biparêze. Dê cardin hana xwe bighinê rejimê, rejim bi hewara wan nayê. Ji ber ku Tirkiye bi encama tifaqa li gel Amerikayî vê êrîşê dike. Rusya û rejima Suriye jî bi awayekî li gel Tirkiye di nava pêwendiyekî de ye.

Niha jî aligirên PKKê daxûyaniya dertêxin dibêjin, Amerika xiyanet kir û xencer li pişta me xistin. Lê eger biryara Amerika ya Pêşmergeyên Roj bihata pejirandin , dê îro behsa rewşek din bihata kirin.

Şeva tarî ji êvarî kifşe…

Nûçe /Analîz

N.Firat

Back to top button