Nivîsar

Serxwebûna Kurdistanê û Barzanî

Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî civînek ya kadroyên PDKê de axavtinek gir. Barzanî di axavtina xwe de behsa referandumê û herweha serxwebûna Kurdistanê kir. Wek tê zanîn eve demeke serokê Kurdistanê bi israr behsa serxwebûna Kurdistanê dike. Gelek aliyên siyasî ne vekirîbe jî li dijê vê yekê derdikevein. Heta aliyên wek PKKê didin xuyakirin ku ev yek gelekî şaş e û ew dijitiya ragihandina dewletek Kurdî  dikin. Barzanî di axvtina xwe de dibêje: Ewên dibêjin doza serxwebûna Kurdistanê muzayedeye, divê em biçin ji dayên şehîdan bipirsin aya kurên wan ji bo çi şehîd bûn. Piştî ewqas qurbanî dayikên şehîdan dipirsin ev qurbanî hemû ji bo çi bûn?.” Di derbarê helwêsta hin partiyan ku li dijî serxwebûna Kurdistanê derdikevin Barzani got: “Ev yek gelekî seyre, ku hindek kes hebin dijayetiya serxwebûnê bikin ji ber ku wê li ser destê kesekî bibe.” Barzanî da xuyakirin: “Bila serxwebûn li ser destê zarokekî be, ez dê destê wî maç bikim.” Rewşa Rojhilata Navîn gelekî tevlîhev e. Tê zanîn herêm hemû di nava şerekî de ye. Kurd li himber hêza herî terorist di cîhanê de şerek mezin didin û di vî şerî de serketine. Çavê cîhanê hemûyê li Kurdistanê ye. Gelemperî, zana, akademisyên pisporên siyasî behsa ji nûve danîna sinora li Rojhilata Navîn dikin. Kurd di cihanê de nifusa herî mezine ku bê dewlet e. Rewşa Kurdistanê û bûyerên ku îro li herêmê rûdidin , vekirî daye xûyakirin ku; Kurd bibin federal, kantona çêkin, behsa demokrasiya welatên dagirker bikin, hemû nabe demanek ji bo parastina gelê Kurdistanê. Di roja me de Kurdistana Başûr wek dewletek emir waqî (De Facto) ye. Lê dema hukumeta Bexdayê bixwaze jiyanê li gelê Kurdistana Başûr teng dike. Tu deman tuneye ku dema bixwazin û xwere bibînin vê destkeftiya Kurdistanê têknebin. Îro di cîhanê de yek demana jiyanek azad  ji bo netewê Kurd heye. Ew jî ragihandina dewletek Kurdiye. Tu cara kurd wek vê qonaxê nêzikê ragihandina dewletek Kurdî nebûne. Eger kurd vê firsenda dîrokê bi kar neynin, dê di dîroka Kurdistanê de bi awayek din bêne nav kirin. Dema serokê Kurdistanê Mesud Barzanî behsa serxwebînê dike, ne manevrayek siyasiye. Gelek vekirî zeminê ragihandina dewlete dîtiye û dixwazê vê yekê, vê firsenda dîrokê ji bo miletê xwe bi kar bîne. Heger ev zemîn tunebûya Barzanî behsa serxwebûna Kurdistanê nedikira. Em hemû dizanin, bernameya PDKê ji berî sala 1991ê ; demokrasi ji bo Iraqê otonomî ji bo Kurdistanê bû. Lê sala 1991ê piştî raperinê û azadkirina Kurdistanê, di sala 1992ê hilbijartin çêbûn, parlementoya Kurdistanê hate damezirandin û vê parlementoyê biryara xwe li ser federalizmê da. Başe eger di wî demê de ew firsenda dîrokê nehtibûya dîtin , PDKê bigota na Bername Otonomiye em federalizmê naxwazin, dê îro Kurdistana Başûr ne federalizim bû. Di roja me de jî mademkî zeminê ragihandina dewletek Kurdî heye û serokê Kurdistanê vê yekî dibîne û kiriye bingehê siyaseta Kurdistanê, nabê k utu aliyên siyasî ku xwe kur dihesibînin li dijê vê derkevin. Di rastiya xwe de mirov tê nagihe ku çewe kurdek ji bo xwe doza dewleta xwe neke. Divê her kurdek bizanibe ku, jiyanek azad bi tenê welatek serbixwe de mimkine û xwedî demane. Îro salvegera peymana 11ê Adarêye. Gelo çima temenê peymana 11ê Adarê dirêj nekir  cardin şer derket, baş tê zanin. Îro  federaliya heyî dikare ji dest herê û dikare pêvajoya ku jiyayî bi ragihandina dewletek Kurdî dawî bîne. Kurt û kurmancî demana jiyanek azad ji bo kurda ragihandina dewleta kurdiye. 11.Adara.2016Dara Bilek 

Back to top button