Polîtîk

Serxwebûna Kurdistanê rîsk be, bindestî jî misîbet û karesat e

Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê û Endamê Polîtburoya PDKê, Mesrûr Barzanî dibêje, eger xebata serxwebûna Kurdistanê rîsk û metirsî be bindestî jî misîbet û karesat e. Mesrûr Barzanî her wiha dibêje, Kurdistana serbixwe nabe tehdîd bo ti kes û welatekî.Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê û Endamê Polîtburoya PDKê, Mesrûr Barzanî li ser referandom û serxwebûna Kurdistanê û helwesta welatan li ser serxwebûna Kurdistanê bersiva pirsên Heftenameya Bas.Li ser pirsa, “Herkes, çi yên ku bi germî piştevaniya referandoma serxwebûna Kurdistanê dikin çi jî yên ku bi eşkere dijî referandomê ne, wê xwebaweriya bihêz di Serok Barzanî û cenabê we û PDKê de dibînin ku bo serkeftina referandomê di we de çêbûye. Gelo hûn dikarin çavkaniya wê xwebaweriyê çiye?” ya Heftenameya Basê,”Çavkaniya wê xwebaweriyê em bixwe ne, ji ber ku em dizanin serxwebûn mafekî sirûştî û hiqûqî yê me ye. Jixwe mezintirîn arîşe ew e ku em li wî mafê xwe şikber bin û baweriya me bi wê nemîne ku em dikarin wî mafî bi dest bînin. Her gava baweriya me bi me bihêz bû û em razî nebûn ji mafê xwe kêmtir bistînin, wê çaxê ne tenê ti kes nikare pêşiya me bigire heta hurmeta me jî zêde tê girtin.”Herwıha Şêwirmendê Encûmena Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, destnîşani bi wê çendê jî dike ku Cenabê Serok Mesûd Barzanî ew xwebarî bi milletê kurd re çêkiriye û wida dibêje. “Cenabê Serok Barzanî ew xwebawerî bo gelê Kurdistanê çêkiriye ku xwe ji ti neteweyekî din kêmtir nebînin. Me beriya her tiştî pişta xwe bi Xwedê paşê jî bi gelê Kurdistanê ve girê daye. Ez piştrast im eger gelê me xwe ji yên kêmtir nebîne em dikarin wî mafê xwe bistînin. Welatên din jî li ser esasê berjewendiyên xwe li vê mijarê dinêrin. Bi baweriya min berjewendiya demdirêj ya ti welat û dewletekî di dijîtiya gelê Kurdistanê de nîne.Ji ber ku referandom nîşandana hestê gelê me ye ti guman min di serkeftina wê de nîne.”

Back to top button