Civak

Serxwebûn mafê gelê kurd yê bingeh e

Mesrûr Barzanî dibêje serbixweyî mafeke bingehîn ya gelê Kurde.Şêwermendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî di bernameya Dîdara Roj ya Kurdistantvê de beşdar ki bû. Barzan got ku serxwebûn mafê bingehîn yê gelê kurd e.Mesrûr Barzanî got: Meseleya serxwebûna Kurdistanê meseleyeke gelek girînge û pêdiviya xwe bi yekrêziya tevahiya partî û aliyên syasî yên Kurdistanê heye.Mesrûr Barzanî got: Me weke Partiya Demokrata Kuridstanê bi dirêjahiya dîrokê xebat bo vê yekê kiriye ku Kurd jî weke tevahiya gelên din yên cîhanî bibe xwedan mafê diyar kirina çarenivîsa xwe, lewre ev meseleya han hertim yek ji meseleyên herî lipêş ya xebata me bûye.Barzanî herwiha daxwaz ji tevahiya part û aliyên siyasî kir daku ev meseleya han bikin bernameya karên xwe yên siyasî daku bihevre bikaribin ev mafa han bo gelê Kurd bidest bixin

Back to top button