Serxwebûna Kurdistanê hêdî ne xewne
Başûrê Kurdistanê gav bi gav ber bi ragihandina dewleta Kurdî ve diçe. Taybetî piştî serdana serokê Kurdistanê ya Amerîka û welatên Ewropa, prosesa serxwebûnê bi awayek praktîkî destpêkiriye.Ev cara yekeme ku di dîroka siyasîya Kurdistanê de, pirsa ragihandina dewleta Kurdistanî ji temenî û gotinan derdikeve dikeve warek paraktîkî de.Piştî serdana serokê Kurdistanê ya Amerîka û Ewropa, tevlîbûna Barzanî ya Korbenda Aboriya Cîhanî li Urdinê jî gelekî girîng bû. Barzanî li gel hinek welatên Erebî jî pirsa ragihandina dewleta Kurdistanê gotubêj kir.Serokê Kurdistanê piştî seredanên xwe û hevdîtin û civînên li gel serok û berpirsên bilind yê welatên cuda pêkanîn, li Kurdistanê jî li gel partiyên siyasî civînek pêkanî û di vê civînê de behsa prosesa ragihandina Dewleta Kurdistanî hate kirin. Helwesta hemû partiyan li gel hindek kêmasiyan jî di vê derbarê de erênî bû.Bê guman helwesta welatên cîran taybetî ya Tirkiye û Îranê di vê derbarê de gelek girîng e. Ji berî çend roja serokkomarê Tirkiye Tayib Erdogan bernameyek televizyonî de bû muhatabê pirsekî di derbarê ragihandina deletek Kurdistanî li Başûrê Kurdistanê.Tayib Erdogan bersiva xwe de got: Emê li dijê ragihandina dewleta Kurdî li Başûr ranawestin. Ev peyamek gelek girîng di rêya ragihandina Kurdistanê de bû.Li gora nûçeyeke heftenameya Bas: Pirsa serxwebûna Kurdistanê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û YNK ji hev nêzîk kirine, ev nêzîk bûn jî bi destpêşxeriya Qubad Talebanî bû.Herweha li gora vê çavkaniyê : “ Nêzîkbûna YNK û PDK peywendî bi helwesta Îranê beramber dewleta kurdî heye, bi taybet biştî ku ji hinek kenalên Îranî peyam gehiştiye serkirdeyên YNK ku Îran dixwaze yekem welat be, piştî ragihandina dewleta kurdî, itîraf bi wê dewletê bike. “Bê guman helwesta dewleta Tirkiye û Îranê ragihandina dewleta Kurdistanî gavek din berbipêşve dibe.Ji aliyek din rewşa Bexdayê asta pêwendiyên navbera Bexda û Hewlêr de jî rolekî berbiçav ragihandina dewleta Kurdistanî de dileyze.Kurd hewldidin ku Bexdayê jî tê bigihînin ku bi tecrûbeya 12 salan da xûyakirin ku, bi hevre mayina Bexdayê û Hewlêr rêve naçe. Girînge ku, Amerika û welatên din jî vê rastîyê bibînin.Li Kurdistanê, ji bo tevlîbûna herêmên Kurdistanê yên derê herêma Kurdistanê, deverên wek Kerkûk û Şingalê, yanî ji bo cih bi cihkirina madeya 140ê amadebûna referandumê tê kirin.Wek din li gora hinek zanyariyan li Başûrê kurdistanê dê dema referandumê ji bo ragihandina dewletê bê kifşkirin. Dema ku ji bo ragihandina dewletê referandum pêkwerê û encama vê referandumê bê ragihandin, peyama destpêkirina pêvajoya Kurdistana serbixwe jî ji bo cîhanê tê ragihandin.Ji serkanîyê av cûya serxwebûna Kurdistanê de hate berdan. Dê gav bi gav , roj bi roj ji bo ava serxwebûnê di cûyê de biherike rê tê pakij kirin û astengên heyîn hêdî hêdî têne rakirin.Dema av bigihê binecihê, dê Kurd roja din di dewletek Kurdistanî û serbixwe de hişyar bibin. 1.6.2015Dara Bilek