Polîtîk

Sêrtê bajarê herî dilşadê Bakûrê Kurdistanê ye

Li gor Lêkolîna Kêfxweşiya Jiyanê ya ku di nav bajarên Tirkiyê û beşek ji Bakûrê Kurdistanê de hatiye kirin di encamê de ji sedî 71,7 an ve herî zêde xelkê Sêrtê dilşad derket.

Di daneyên Lêkolîna Kêfxweşiya Jiyanê ya ku di nav bajarên Tirkiyê û beşek ji Bakûrê Kurdistanê de hatiye kirin bajarê herî dilşad Sêrt e. Li gor agahiyên ku ji Rêvebiriya Herêma Sêrtê ya Lijneya Îstatîstîkê(Amar) ya Tirkiye yê (LÎS) hatine wergirtin, li Sêrt, Şirnex, Mêrdîn û Batmanê û bajarên din Lêkolîna Kêfxweşiya Jiyanê hatiye kirin.

Di encama lêkolînê de derket holê ku herî zêde xelkê bajarê Sêrtê ji sedî 71,7an ve dilşad in. Di pey Sêrtê de Şirnex ji sedî 71,4an ve di rêza duyemîn de, Batman ji sedî 52,3an ve di rêza sêyemîn de û Mêrdîn jî ji sedî 51,6an ve di rêza herî dawîn de cih digre.

Back to top button