Kultur

Sersala Nû

PÎROZNAMEYA SERSALÊSiberojê ne Newroz e, lê sersal eSersaleke pir har, dijwar û xedar eHer tim ji bo şerê Kurd li pêdar eDikuje her jin û zarûk û kal eSerî jêdike mîna berxê dermalePar jî me gotiye pîroz be serê salêSala bê mirovatî û dostaniya halêEv sal jî wê bidomit rewşeka walêEv li warê min tê her tim weca lê

Aya dê nebit he aramiya meh û salê

Pîroz be sala nû li hemî Kurdên belengaz!Pîroz be ev roja nû li hemî kesên bê saz!Pîroz be li wan kurdên êtûnbaz!Pîroz be li wan girtîgehên hemaz!Pîroz be serê salê li kesên bêserîbazPîroz be serê salê li wan seriyên bêgewdePîroz be ev roj li wan kurdên bêhewdePîroz be ev roj li wan jinên bêsewdePîroz be ev roj li wan birîndarên dermende

Pîroz be ev roj li wan guliyên şermende

Pîroz be sersal lê wan zarûkên bê bav manePîroz be sersal li wan jinebiyên bêşû manePîroz be sersal li wan avahiyên bê dû manePîroz be sersal li wan koçberên wenda manePîroz be sersal li wan birîndarên bi derd maneDîsa sersal e, lê zivistan jî pir xedar eDîsa sersal e, lê war tije dûbişk mar eDîsa sersal e, lê her kes nalîn û birîndar eDîsa sersal e, lê girye, hewar û carecar eDîsa sersal e, lê her bangewaz û hewar e

Pîroz be sala nû li mizgeftên bê mela

Pîroz be sala nû li minareyên bê ala

Pîroz be sala nû li şewateya malaPîroz be sala nû li agirê serê salaDîsa pîroz be sala nû li ciwan û kalaPîroz be sala nû li wijdana mirovatiyêPîroz be sala nû li dewlemend û comerdiyê

Pîroz be sala nû li germî û germatiyê

Pîroz be sala nû li têkiliya hevxwedîtiyêPîroz be sala nû li şêrejinên kurdayetiyêPîroz be sala nû yekcar wek hemî caranPîroz be sala nû li hemî gund û bajaranPîroz be sala nû li kon û koz û malan Pîroz be sala nû li hemî bawermend û jaranPîroz be sala nû li hemî Kurd û KurdewaranHêvîya me ji te ye Yezdanê dilovanYa Reb tu dikî bi xatirê şehîd û birîndaranBes e êdî ev tofan û bobelata li kurdewaranRizgar bikî hemî kesên bindest û jaranAram bikî hemî perçeyên dabeşê çar maran.Stockholm 29/ 12/ 2015, saet: Zeynelabidin Zinar

Back to top button