Serokwezir:Wergirtina mifayî ji her derfetekê bo aştî û seqamgiriyê giring e
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêşwaziya şanda Îmraliyê ya DEM Partiyê kir.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di ragehandinekê de amaje da, “Wê şandê di wê hevdîtinê de dilxweşiya xwe ji bo serdan û hevdîtin û civînên xwe yên li Herêma Kurdistanê diyar kir û kurtiyek li ser armanca serdana xwe û bizavên piroseya aştiyê li Tirkiyeyê pêşkêş kir û amaje da ku, niha qonaxeke nû li Tirkiyeyê dest pê kiriye pirsa aştiyê û çareseriya doza Kurdan bûye mijareke giring û pêdivî ya vê demê. Wê şandê herwesa rol û pêgeh û piştevaniya Serok Barzanî di wê piroseyê de jî bilind nirixand.”
Wekî ku di wê ragehandinê de hatiye, “Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêxemetî aştî û seqamgirî û bihêzkirina pêkvejiyana aştiyane û biratiya navbera gelên deverê û cîhanê bi giştî, tekez li ser giringiya wergirtina mifayî ji her derfetekê kir.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa “piştevaniya xwe bi temamî ji bo piroseya aştiyê li Tirkiyeyê û bidawîanîna şer û tundûtîjiyê tekez kir û amadebûna Herêma Kurdistanê jî ji bo her alîkarî û hevahengiyekê di vî warî de diyar kir.”