Polîtîk

Serokwezîr:Operasyona Şingalê yekser di bin fermandehiya Serokê Kurdistanê de ye

Li Hewlêr serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya wezîrê derve yê Hollanda kir.

Piştî hevdîtyinê konferansek çapameniyê hate li darxistin. Serokwezîr behsa operasyona azadkirina Şingalê kir û got:Operasyona azadkirina Şingalê di serokatiya serokê Kurdistanê de rêve diçe. Em îro li hêviya mizgîniyekî xweşin ji Şingalê.

Barzanî da xuyakirin ku ew li ser hevkariya di navbera herdu welatan de sekinine û li ser vê yekê gotubêj hatiye kirin ku dê çewe Hollanda şerê dijî DAÎŞê de arikariya Pêşmergeyan bike.

Serokwezîr Barzanî di bersiva pirsa Rûdawê de li ser operasyona rizgarkirina Şingalê jî got ku operasyona rizgarkirina devera Şingalê yekser di bin fermandehiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de tê meşandin û da zanîn ku Şingal bi tevahî nehatiye paqijkirin çimkî heta niha şer heye.

Wezîrê Deve yê Hollanda jî ew ji bo wê hatiye Hewlêrê da ku bi rayedarên Kurdistanê re li ser çawaniya alîkarîkirina Pêşmerge di şerê DAIŞê de hevdîtin bike her wiha rewşa penaberên ji nêzîk de bişopîne. 

Albert Koender da zanîn ku Hollanda dixwaze salekê hêzên Pêşmerge perwerde bike. 

Back to top button