Cîhan

Serokwezirê Kurdistanê û serokkomarê Tirkiye dicivin

Hate zanîn, ku dê îro Serkwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyyip Erdogan hevdîtinekê bikin.Li bajarê Stenbolê ya Tirkiyê 8emîn Lûtkeya Konseya Atlantîk (Atlantîk Council), birêve diçe. Pilebilindên ji çar aliyê cîhanê beşdarî lûtkeyê dibin.  Serokwezîrê  Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di lûtkeyê de amade bû.Çavkaniyên Serokatiya Komara Tirkiyê eşkere kirin, ku îro demjimêr 16.00ê danê êvarê dê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ligel Serokomarê Tirkiyê Erdogan li Koçka Mabenyn hevdîtinekê bikin.Di Lûtkeya Konseya Atlantîkê de evlekarî, aborî, qeyrana penaberan û çavkaniyên enerjiyê mijarên gotûbênan in. Gaz û enerjiya Herêma Kurdistanê jî dibe cihê nîqaşên balkêş. 

Balkêş e ?
Close
Back to top button