Polîtîk
Serokwezîrê Kurdistanê û yê Iraqê li Bexdayê civiyan
Îro li Bexdayê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî pêşwazî li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û di hevdîtinekê de her du aliyan gotûbêj li ser çend mijaran kirin.Li gorî daxuyaniya ofîsa Heyder Ebadî, di civînê de ku Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Hisên jî beşdar bû, Serokwezîrê Iraqê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê behsa “rewşa siyasî û çend dosyayên hevbeş ên di navbera hikûmeta navendî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kirin.”Di daxuyaniyê de herwiha hatiye gotin, Heyder Ebadî û Nêçîrvan Barzanî “tekezî li ser giringiya berdewambûna pêwendiyan û diyalogê jibo pêşxistina karê hevbeş ê niştimanî jî kirin, piştî ku hewl hatin yekxistin, jibo serkevtina bi ser DAIŞê de û alîkariya hêzên ewlehiyê û pêşmerge.”