Polîtîk

Serokwezîrê Kurdistanê û Tirkiye civîyan

Îro piştî serokwezîrê hukumeta Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Enqere kirî hevdîtinek li gel wezîrê Derve yê Tirkiye Ahmet Davutoglu  kir.

Danê êvarî jî demjimêr 19.00ê di qesra serokwezîriyê de li gel serokwezîrê Tirkiye Receb Tayib Erdogan hevdîtinek pêkanî. Hevdîtina herdu serokwezîran du demjimêra berdewam kir.

Tayib Erdogan û Nêçîrvan Barzanî

Di hevdîtinê de wezîrê derve Ahmet Davutoglu jî amade bû. Li ser rewşa pêvajoya nû li Tirkiye û Kurdistana Bakur hate sekinadin.

Back to top button